Rapora Saziya Çavdêriyê: Dewleta Tirk 332 sivîl kuşt

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir, di bomberdûmanên artêşa Tirk de 332 sivîl hatine kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ji 24'ê Tebaxa 2016'an û vir ve li herêma Şehbayê kiriye, bi belgeyan raxist pêş çavan.

Di rapora saziya navborî de hat ragihandin, ji destpêka dagirkeriya dewleta Tirk û vir ve 332 sivîlan jiyana xwe ji dest dane ku 76 ji van zarok in.

Di raporê de hat gotin, "Ji ber êrîşên dewleta Tirk 2 hezar 300 sivîl birîndar bûn û gelek ji wan jî seqet man. Her wiha gelek gund û navçe ji ber bomberdûmana dewleta Tirk hilweşiyan."

Saziyê diyar kir, li Bakurê Sûriyeyê 27 hezar sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man koç bikin û bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî komkujiyan.