Bi Rewşa Awarte re hejmara girtiyên nexweş û siyasî zêde dibe

Li gorî daneyên ÎHD'ê, bi pêvajoya Rewşa Awarte re hejmara girtiyên nexweş ên li Tirkiyeyê bûye 906 kes.

Ji ber zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan, fikarên li ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş zêde dibin.

Li gorî rapora "Lîsteya Girtiyên Nexweş ên li Girtîgehên Tirkiyeyê û Rewşa wan a Tenduristiyê" ku di 26'ê Cotmehê de ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ve hat nûkirin, li Tirkiyeyê 906 girtiyên nexweş hene. Di rapora par a ÎHD'ê de ev hejmar 721 kes bûn.

Ji Komîsyona Girtîgehan û Rêvebera Şaxê Enqereyê ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen rewşa girtiyên nexweş û siyasî ku di pêvajoya Rewşa Awarte de zêde bûn, ji ANF'ê re vegot.

HEJMARA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÛ 906 KES

Çevîrmen diyar kir, bi pêvajoya Rewşa Awarte re hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê zêde bûye û şert û mercên li girtîgehan nebaş bûne.

Çevîrmen got, "Li gorî rapora ÎHD'ê ku di 26'ê Cotmeha 2016'an de hat eşkerekirin, li girtîgehan 906 girtiyên nexweş hene. 323 ji van bi nexweşiya giran in. Hem nexweşiyên wan hem jî girtîgehên ew lê tên girtin, di rapora me de hene. Lê belê ji ber sirgûn û sewqên di vê demê de zêde bûne, navnîşan timî diguherin."

Çevîrmen da xuyakirin, ku sirgûn û sewqên bi Rewşa Awarte re zêde bûne, girtiyan û malbatan tengav dikin û diyar kir, bi sirgûn û sewqa zêde re girtî ji mafê tedawiyê bêpar mane.

Çevîrmen anî ziman, li qewîşên ji bo 6 kesan, 14 kes tên girtin û got, "Girtî li erdê radizên. Ji serma û nemê, nexweşiyên nû li wan der dibin."

'HEM MALBAT, HEM JÎ GIRTÎ TÊN CEZAKIRIN'

Çevîrmen ragihand, bi dirêjkirina dema Rewşa Awarte re, derfetên çûyîna girtîgehan ji holê hatine rakirin û got, "Rêveberiya girtîgehan, hêzên ewlekariyê û gardiyan bi erkeke gelekî zêde, bi rengekî kêfî tevdigerin."

Çevîrmen wiha dewam kir: "Hevdîtinên hefteyê carekê dihat kirin, êdî kirine du hefteyan carekê. Hevdîtina girtî ya mehê carekê kirine du mehan carekê. Axaftina bi rêya telefonê ku heftane dihat kirin, niha kirine 15 rojan carekê. Dema rûniştina bi hev re daxistine nîv saetê. Ji ber dûrbûna cihên hatine sirgûnkirin, malbat bi rêwîtiyeke 24 saetan ancax xwe digihînin girtîgehê û tenê dikarin nîv saetê hevdîtinê bikin. Ev yek îşkence ye. Hem malbat, hem jî girtî ji nû ve tên cezakirin. Wekî din mafê bidestxistina navgînên weşanê û pirtûkan bi Rewşa Awarte re hatiye astengkirin. Hejmara pirtûkan a li girtîgehan bi giştî hatiye kêmkirin û li hin girtîgehan bi temamî ji holê hatiye rakirin. Name nayên dayîn, rojname û kovar nayên dayîn. Her wiha bersiv ji daxwaznameyên girtiyan re nayê dayîn."