NÛ BÛ

Ji Demîrtaş re 142 sal û ji Yuksekdag re jî 83 sal cezayê girtîgehê hate xwestin

Cezayê ku ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tê xwestin diyar bû. Di îdîanameyê de ku di nav çarçoweya lêpirsînê de hatiye amadekirin, ji bo Demîrtaş 142 sal û ji bo Yuksekdag jî 83 sal ceza hate xwestin.

Têkildarî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku ji 4’ê Mijdarê ve di girtîgehê de ne, îdîaname hate amadekirin.
Di îdîanameyê de ji bo Demîrtaş 142 û ji bo Yuksekdag jî 83 sal ceza hate xwestin.

142 SAL JI DEMÎRTAŞ RE HATE XESTIN

Di îdîanameyê de têkildarî Demîrtaş wiha tê gotin: ‘’Rêveberê PKK/KCK’ê ye’’ û di nav çarçweyê de ‘’Berpirsê qada siyasî yê rêxistinê ye’’ û li gorî vê xebatên xwe kirine. Her wiha ji ber ku di nav Kongra Civaka Demokratîk (KCD) de tevdigere, çalakî kirine ev weke sûc hatiye hesibandin.
Bi hinceta ku "Endamê rêxistinê ye" , ‘’Propaganda kiriye", ‘’Gel ber bi hêrs û dijminatiyê ve tehf daye’’ û hwd. ji 43 salan heta bi 142 salan ceza ji Demîrtaş re hate xwestin.

83 SAL JI YUKSEKDAG RE HATE XWESTIN

Têkildarî Yuksekdag jî di îdîanameyê de ji ber xebatên di nav KCD’ê de û çalakiyên din hate xwestin ku bi sifetê ‘’Rêvebera rêxistinê’’ were cezakirin. Her wiha axaftinên din ên Yuksekdag jî di nav çarçoweya propagandaya rêxistinê de hate dîtin û ji 30 sal heta bi 83 sal ceza jê re hate xwestin.