Rûniştina 'Doza Giştî ya KCK' taloqî sibehê hate kirin

Di rûniştina îro ya "Doza Giştî ya KCK" de siyasetmedarên Kurd îfade dan. Rûniştin taloqî sibehê hate kirin.

Rûniştina 68'emîn a "Doza Giştî ya KCK" ku sala 2009'an, di çarçoveya operasyona "KCK" de derbarê 145 siyasetmedarên Kurd ku Hevserokên DTK'ê Hatîp Dîcle û Leyla Gûven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û hevşaredarên girît Firat Anli û Ahmet Turk jî di nav de hatibû vekirin, îro hat dîtin.

Di beşa yekem a rûniştinê de, ji siyasetmedaran Hevserokê berê yê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, Nadir Bîngol û Tûran Genç ên di çarçovaya dozê de tên darezandin anîn dozê.

Pişît îfadeya Alî Şîmşek û şûn de Endamê PM'yê DBP'ê Tûran Genç mafê axaftinê girt.

Parêzeran bal kişand ku doz li ser bingehên nerast hatiye vekirin, doz taloqî sibehê hate kirin.