Li 5 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Operasyonên qirkirina siyasî li bajarên Hatay, Edene, Manîsa, Bûrsa û Agirî dewam kirin.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan ku nikare bi gelê Kurd, hêzên sosyalîst û demokratîk, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Di vê çarçoveyê de li Hatay, Edene, Manîsa, Bûrsa û Agiriyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

HATAY

Li navçeyên Skenderûn, Samandag û Antakya yên Hatayê, polîsên Tirk avêtin ser malên endam û rêveberên HDP, EMEP, SYKP, Egîtîm-Sen, kedkarên tenduristiyê û hiqûqnasan. Di encama van operasyonan de gelek kes hatin binçavkirin.

Ji binçavkiriyan kesên ku navê wan diyar bû wiha ne: Hevserokên HDP'êya Hatayê Parêzer Şukran Cabir Dag û Kerem Nalbant, Revebera HDP'ê Dîlek Yeral Dablan, Alî Lale, Neslîhan Atanan, Hevserokê HDP'ê yê Skenderûnê Ahmet Çagn, Medya Guzel, Nevzat Guzel, Selçuk Saglam, Aysel Eşiyok, Hulya Cengiz, Dogan Bozkurt, Nadia Ekinci, Suleyman Porku, Mehmet Însan, Şukriye Kortak, Îsmail Dogan, Reşat Kizilay, Fikret Pirinç, Melek Demir, Nihat Erarslan, Adnan Eryilmaz, Mehmet Karlıdag, Endamê Komeleya Alevî Bektaşî Sultan Başaran, Abidin Bakîr, Serokê şaxa ÎHD'ê Coşkun Selçuk, Rêveberê EMEP'ê Yusuf Gulşen, Mevlut Bulgur, Endamên Egitim Senê Îlhan Kılınç, Gulizar Çay, Nidal Çay, Rêveberê SYKP'ê Talat Oruç, Tûncay Yilmaz û Alî Karasû. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Samandagê.

EDENE

Li navçeya Seyhan a Edeneyê polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin û binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Li ser sedema binçavkirinê agahî nehat bidestxistin.

MANÎSA

Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê jî kesên di 24'e Kanûnê de hatibûn binçavkirin hatin girtin. Kesên bi navê Ersîn Yaşar, Sabir Guler, Maşallah Temel, Vahap Çelik û Memduh Dineklî bi hinceta "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin.

BÛRSA

Li Bûrsayê jî bi hinceta di medya civakî de parve kirine 14 kes hatin binçavkirin. 14 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bûrsayê. 

AGIRÎ

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, polîsan avêtin ser mala nûçegihanê DÎHA ya girtî Abdullah Kaya û ew binçav kirin. Kaya birin Midûriyeta Emniyetê Navçeyê.