KOMAW'ê ji bo çalakiyên edaletê banga tevlîbûnê kir
KOMAW'ê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir, ku bi rengekî girseyî tevlî çalakiyên edaletê yên ji bo sê jinên şoreşger bin.
KOMAW'ê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir, ku bi rengekî girseyî tevlî çalakiyên edaletê yên ji bo sê jinên şoreşger bin.
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan li Ewropayê (KOMAW) têkildarî çalakiyên edaletê yên roja Çarşemê ku ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tên lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
BANG
Di daxuyaniyê KOMAW’ê de hate gotin ew weke KOMAW’ê her Çarşem li ber konsolosxaneyên Fransayê wê çalakiyên dadmendiyê yên bi navê "Bêdengiya we ji hevkariya we ye" li gelek bajarên Ewropa çalakiyên hevdem bikin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Li ser vê bingehê di serî de malbatên şehîdan û nebedîbûyiyan, em bang li hemû welatparêz, beşên civakî yên şoreşger-sosyalîst û demokratik dikin ku bi agirê berxwedanê û giyanê azadîxwaz ê Sara û Sêvêyan ku rûyê ronak ên mirovahiyê ne têbikoşin; em bang dikin ku dewleta Tirk a faşîst û hevakarê wê dewleta Fransa şermezar bikin, li her deverê, li ber konsolosxaneyên Fransayê, roja Çarşemê xwe di nav çalakiyan de bibînin û bi girseyî tevlê bibin."
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Dîrok: 18 Çile 2017 Çarşem
Elmanya: Dusseldorf, Frankfurt, Bremen, Hannover, Oldenburg, Kiel, Berlin û Saarburcken.
Belçîka: Ber konsolosxaneya Fransa a li Brukselê
Swîsre: Ber konsolosxaneya Fransa a Baselê
Hollanda: Li Den Haagê; 23.01.2017
Fransa: Ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê wê heta bi Gare De Nord, Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meş were kirin.
Strasbûrg: Pêş Walîtiyê
Îngilîstan: Li ber Parlamenta Londonê wê bi navendî were kirin.
Awûstûrya: Viyana, Wê dosyayekê bidin konsolosxaneya Fransa