FLAŞ

Rojhilatê Mûsilê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin

Rojhilatê navenda bajarê Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.

Di daxuyaniya fermandariya hêzên antî terorê de hat ragihandin, rojhilatê navenda bajarê Mûsilê (qiraxa çepê ya Çemê Dîcleyê) bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin.

Fermandarê Operasyonên Mûsilê Ebdulemîr Reşîd Yarela duh dabû xuyakirin, ku taxên Cezayîr û Darkîzlî û Mizgefta Mezin a li navenda bajarê Mûsilê ji çeteyan hatine paqijkirin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê, ku di 17'ê Cotmeha 2016'an de dest pê kir, dewam dike.