Îfadeya rojnamevanên di bin çavan de bi dawî bû

Karûbarên 6 rojanamevanên ku 24 roj in di bin çavan de, îro sewqî dozgeriyê hate kirin bi dawî bû. Di pirsên ku hatin kirin de pîşeyê rojnamevanan weke sûc hate nîşandan.

 

6 rojnamegerên di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin, 4 roj in di bin çavan de ne, îfadeya wan a li dozgeriyê bi dawî bû. 

Rojnamger Metin Yoksû di îfadeya xwe ya dozgeriyê de wiha got: "Min berê li DÎHA'yê nûçegihaniya ajansê dikir. Dema DÎHA bi BHQ'ê de hat girtin, niha li ajansa înternetê ya Dîhaberê rojnamegeriyê dikim. Di girtenameya tespîtê de ya têkildarî sûc de, hûn min bi e-mail û Twitterê sûcdar dikin. Ev nûçe yên dema borî ne.

Lêkera lebatî nehatiye bikaranîn. Ne pêkane ez propagandaya rêxistinê bikim. Nivîsandinên ku pîştî şikandina şîfreya hesabê e-maila Wezîrê Enerjiyê derketin holê, ji aliyê kesekî ku nasnakim li ser Twitterê komek hatiye çêkirin û ji min re hatine şandin. Min jî daxilî vê komê kirine. Kesên bi min re hatine binçavkirin, ji ber rojnamgerên hinekan ji wan nas dikim. Ji bilî vê hevaltiyeke min a şexsî bi wan re tune ye." 

Omer Çelîk jî di parêziya xwe de wiha anî ziman: "Ev 7 sal e ez li DÎHA'yê wek midûr dixebitim. Ji ber rojnamger im, bêyî haya min jê hebe li ser Twitterê min jî daxilî komê kirine. Ji xwe bi awayekî teknîkî jî, xwediyê hesab dikare we lê zêd bike. Dema di komê de propagandayên siyasî hatin kirin ez jê derketim. Nayê bîra min bê çi qasî di komê de mam. Di nav komê de, ez bi şexsî nûçegîhanê ajansa me Metin Yoksû nas dikim. Mahir Kanaat, Derya Okatan, Tunca Ogreten jî ji ber rojnameger in, tenê wan bi navî nas dikim. Di nav komê de min e-mailên aîdî wezîr ên hatine hackirin dîtin. Ji ber em karê nûçeyan dikin û ji ber nirxekî wan ê nûçeyan hebû, min lînka hat dayîn şopand. Di heman demê de min ev mijar kir nûçe jî. Ji bilî vê, têkildarî jiyana taybet , min ti parvekirin nekirine. Nizanim koma bi navê RedHack hackê dike. Ji vê komê ti kesî nas nakim. Ji ber nûçeyan min ev kom li ser Twitterê jî dişopand."

Her wiha nûçeyên ku Omer Çelik parvekirine jî wek hêmanên sûc hatin hesibandin. 

Ji Gerînendeya Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) Derya Okatan jî têkildarî e-mailên aîdî Wezîr Albayrak hatin pirsîn. Okatan di îfadeya xwe ya dozgeriyê de anî ziman ku ew 10 sal e rojnamegeriyê dike û diyar kir ku nuçeyên li ser hesabê Twitterê yê ETHA'yê tên parvekirin, li ser navê ajansê tên parvekirin û divê parvekirinên hatine kirin di çarçoveya qanûna çapemeniyê de bên nirxandin. 

Xebatkarê rojnameya Birgunê Mahir Kanaat jî destnîşan kir, ew koma Redhackê nas nake û got, parvekirinên hatine kirin hîn jî di çavkaniyên vekirî de hene. Kanaat daxwaz kir ku bê berdan.