Demîrtaş: Ev pêkanîn wê bikevin dîrokê
Demîrtaş bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî doza li Bakirkoyê hatibû vekirin bû, diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji aliyê Erdogan-AKP'ê ve hate bidawîkirin, eger ku bi dawî nebûya wê niha di merasîma xelatê de bûna.
Demîrtaş bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî doza li Bakirkoyê hatibû vekirin bû, diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji aliyê Erdogan-AKP'ê ve hate bidawîkirin, eger ku bi dawî nebûya wê niha di merasîma xelatê de bûna.
Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne tê darizandin û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ku ji ber axaftina wan a li Newroza 2013'an a Stenbolê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" doz li wan hatibû vekirin li 2. Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoy a Stenbolê hat ditin. Demîrtaş, bi rçya SEGBİS'ê beşdarî rûniştina dozêbû. Onder jî di rûniştina dozê de amade bû. Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û parlamenterên HDP'a ya Stenbolê Pervin Bûldan û parlamenterên HDP'ê Dirayet Taşdemir û Filiz Kerestecîoglû amade bûn. Rayedarên sefaretxaneya Îtalya, Swêd, Hollanda, Komara Çek, Îswîcre û gelek kesên din amade bûn.
Di rûniştinê de piştî xwendina nasnameyan parastin hat kirin. Prz. Baran Dogan, bertek nîşanî tevlêbûna muwekilê xwe ya bi rçya SEGBİS’ê da û anî ziman ku ev yek li dijî hiqûqê ye.
Demîrtaş jî diyar kir ku ew naxwaze bi rêya SEGBİS'ê beşdarî dozê bibe.
Demirtaş, anî ziman ku li gorî xala 83'an a Distûra Bingehîn sînorê azadiya ramanê hatiye diyarkirin û wiha got: "Hûn dikarin destlênedayîna wekîlekî rakin, lê hûn nikarin berpirsiyariya wê rakin. Ev li gorî qanîna bingehîn hatiye sazkirin.
Demirtaş, diyar kir ku daraz di bin bandora siyasetê de ye û wiha pê de çû: "Ez naxwazim li şûna dadgerê derbarê min de biryara girtînê dabi. Wê rojê ez nehatima girtin, wê ew bihata girtin."
EZ GOTINA PARASTINÊ RED DIKIM
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî axivî û diyar kir ku ew gotina parastinê red dike û li vir parastinê nake li şûna parastine nirxandinê dike. Onder anî ziman ku ew ji aliyê gel ve hatiye peywirdarkirin û wiha got: "Ez niha neheqiyê li we bikim hûn nikarin min darizînin. Ez sîleyekê li karmendê ewlehiyê bidim hûn nikarin min darizînin. Hûn wê derbarê min de serlêdana sûc bikin û piştî ku ev serlêdan ji aliyê Lijneya Giştî ve hat qetilkirin hûn dikarin pêvajoya darizandinê bidin destpêkirin.
Di îdîanameyêde derbarê Demirtaş û Onder de di navbera 1 -5 salan de cezayê girtîgehê tê xwestin.