Aşçi: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
Parêzer Behîç Aşçi, ku li dijî tecrîd û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan di sala 2006'an de 293 rojan kete grevê, diyar kir ku divê xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin.
Parêzer Behîç Aşçi, ku li dijî tecrîd û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan di sala 2006'an de 293 rojan kete grevê, diyar kir ku divê xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin.
Aşçi ji ANF'ê re axivî û diyar kir, di rewşa heyî de ti cudahî di navbera hundir û derveyî girtîgehan nema ye. Aşçi got, "Hebûna me ya li derve, bi şensê ye. Dibe ku sibe em jî bên girtin. Ji ber vê yekê divê em pirsgirêkên hev xwedî derkevin. Lewma, ji bo bicihhatina daxwazên girtiyan, çi ji destê me tê divê em bikin."
'ÎŞKENCEYA GIRAN'
Parêzer Behîç Aşçi destnîşan kir, ku grevên birçîbûnê yên ketine qonaxa krîtîk, divê her kes xwedî lê derkevin. Aşçi anî ziman, piştî 15'ê Tîrmehê agahiyên li ser îşkenceyên giran ên weke feleqe, destavêtin, şikandina hestî ji girtîgehên Tirkiyeyê hatin û bibîr xist, girtiyên ku nekarîn li pêşberî van kiryarên li derveyî mirovahiyê dengê xwe bilind bikin, neçar man bikevin greva birçîbûnê.
Aşçi diyar kir, dadger û dozger îşkenceyê dinixumînin û destnîşan kir, ku pêşî li rêyên qanûnî yên çareseriyê hatiye girtin. Aşçi got, "Ev pirsgirêk ancax bi berxwedana heyî ya rewa çareser bibe."
'NE TENÊ VÎTAMÎNA B-1, AVÊ JÎ NADIN GIRTIYAN'
Aşçi ragihand, ti mafekî li girtîgehan mayînde nîne û anî ziman, desthilatdarî hewl dide mafên ku di encama têkoşîneke mezin de bi dest hatin xistin, talan bike. Parêzer Aşçi diyar kir, ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne, ne tenê vîtamîna B-1 nayê dayîn, di heman demê de li girtîgehên Tekîrdag Tîpa F û Sîlîvriyê av jî nayê dayîn. Aşçi destnîşan kir, armanca yekane ya nedana avê û vîtamîna B-1, têkbirina berxwedanê ye. Aşçi got, tevî hemû zext û zordariyê jî, berxwedêr wê bi ser bikevin.
'PÊWÎSTÎ BI SANSURÊ NÎNE, JI XWE OTO SANSUR HEYE'
Aşçi bal kişand ser bêdengiya li pêşberî grevên birçîbûnê û anî ziman, sedema vê yekê referandûm nîne, oto sansur e. Aşçi wiha dewam kir: "Pêwîstiya desthilatdariyê êdî bi sansurê nîne. Medya navendî ji tirsa bi xwe xwe sansur dike. Oto sansur heye."
'DIVÊ EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN'
Parêzer Behîç Aşçi ragihand, di rewşa heyî de ti cudahî di navbera derve û hundirê girtîgehê nema ye, mirovên li derve dibêjin 'NA' dibin hedefa êrîş û gefên alîgirên AKP'ê, li girtîgehan jî gardiyan îşkenceyê li girtiyan dikin. Aşçi got, "Em ê mafê xwe bi xwe biparêzin û xwedî li hev derkevin. Rêyeke din ji bilî vê nîne. Lİ welêt hiqûq nema ye. Eger em îro li derve bin, ev yek bi şensê ye. Dibe ku sibe me jî bigirin. Lewma divê em xwedî li hev derkevin, xwedî li pirsgirêkên hev derkevin. Ji bo bicihhatina daxwazên girtiyan, çi ji destê me tê divê em bikin."