ÎHD: Bila derbasî qonaxa jêveger nîne, nebe

Ji Komîsyona Girtîgehan û rêveberiya ÎHD'ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen destnîşa kir, ku grevên birçîbûnê bêyî bigihêjin qonaxa ku ji aliyê tibî ve vegera jê nîne, bingehek ji diyalogê re bê danîn.

Ji Komîsyona Girtîgehan û rêveberiya ÎHD'ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen destnîşa kir, ku grevên birçîbûnê bêyî bigihêjin qonaxa ku ji aliyê tibî ve vegera jê nîne, bingehek ji diyalogê re bê danîn.

Çevîrmen, li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ÇIMA DEST PÊ KIRIN?

Li gorî Çevîrmen, girtî ji ber xwe ve û ji nişka ve dest bi çalakiyê nekirine. Çevîrmen destnîşan kir, ku çalakiya greva birçîbûnê encama zextên ku bi Rewşa Awarte re giran bûye. Der barê van sedeman de, Çevîrmen ev agahî da:

*Li girtîgehan, ev saleke sewq û sirgûn gelekî tên krin. Di dema sewq û sirgûnê de girtî tên êşandin, zext û şîdet li wan tê kirin.

*Astengkirina gelek mafên hatine bidestxistin (ragihandin, sohbet, derketina hewşê, dîtina parêzeran, qedexekirina pirtûk, kovar û hemû amûrên çapemenî-weşanê).

*Şert û mercên ji bo jiyaneke ewle û bi tenduristiyeke baş, ji holê hatine rakirin. Rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş nebaş dibe û nayên dermankirin.

*Bandora şewitandin û hilweşandina gund û bajaran.

*Nerazîbûna li bûyerên li derve diqewimin û rabûna li ber girtina parlamenteran.

*Girtiya rêyên diyalogê ku rê li ber tecrîda giran vedike.

Nûray Çevîrmen bibîr xist, ku grevên birçîbûnê di 15'ê Sibatê de dest pê kirine û li gorî daneyên gihîştine ber destê ÎHD'ê, li 20 girtîgehên cuda 181 kes di grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger de ne.

QONAXA BI RÎSK A VEGER JÊ NÎNE

Çevîrmen bal kişand ser xeteriya rewşa heyî û rojên ji niha û pê ve yên grevên birçîbûnê kir û got, "Li hin girtîgehan 50, li hin girtîgehan jî digihêje roja 60'an. Di vê demê de girtî gelekî li xwe kêm dikin û pirsgirêkên tansiyonê li wan der dibin. Ji derdorê gelekî hesas dibin û beden hevsengiya xwe winda dike. Berî ku bigihêje qonaxa jêveger nîne, lazim e bingehek ji diyalogê re bê danîn."

Çevîrmen anî ziman, rêveberiya hin girtîgehan, vîtamîn, şekir-xwê nadin girtiyên di grevê de ne û diyar kir, li Şakranê êrîş li xizmên girtiyan hate kirin, li wan û çend girtîgehên din jî sirgûn hate kirin. Çevîrmen got, "Pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan, ji xwe yek ji sedemên grevên birçîbûnê ne. Ev pêkanîn li gorî mewzûatên navneteweyî ku Tiriye jî aliyekî wê ye, hatine qedexekirin."

NORMÊN NAVNETEWEYÎ TÊN BINPÊKIRIN

Çevîrmen, mewzûatên navneteweyî yên ku Tirkiye binpê dike, bibîr xist:

*Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan
*Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê
*Peymana li dijî Ceza yan jî Miameleya Biçûkxistinê yan jî Xeyrî Însanî, Zalimane û Îşkenceyê
*Peymana Mafên Mirovan û Sivîlan a Navneteweyî
*Peymana Mafên Mirovan a Amerîka
*Peymana Mafên Mirovan û Gelan a Afrîkayê.

BERÎ KU MIROV JIYANA XWE JI DEST BIDIN, DIVÊ WERE ÇARESERKIRIN

Nûray Çevîrmen li ser kar û barên ÎHD dikare bike jî agahî da û got, "Serlêdanên tên kirin, tên nirxandin. Rapor tên amadekirin û bi kişandina bala raya giştî re tê xwestin, şert û mercên neyînî ji holê werin rakirin. Rewşa tenduristiyê ya çalakgerên di greva birçîbûnê de ne, tê şopandin."

Çevîrmen diyar kir, ji ber ku destûr nayê dayîn saziyên civaka sivîl bikevin nava girtîgehan, agahiyeke zelal bi dest nakevin û got, "Em dixwazin, ji bo grevên birçîbûnê bi Wezareta Edaletê re tavilê hevdîtin were kirin, ji bo mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin, derhal çareserî bê dîtin."

HURMETA LI VÎNA GIRTIYAN

Çevîrmen destnîşan kir, ku divê kontrola tenduristiyê ya çalakgeran bi rengekî rêk û pêk ji aliyê doktoran ve bê kirin, vîtamîn, şekir û xwê bê kêmasî bên dayin û got, "Li derveyî vîna çalakgerên greva birçîbûnê divê ti pêkanîn neyê kirin. Pêwîste teqez mercên ji bo jiyaneke însanî bên avakirin. Berî ku şikestineke mezin, mirin rû nedin, divê ev binpêkirina mafên mirovan ji holê werin rakirin û berpirsyar werin darizandin."