FAO: 7 mîlyon mirovên li dora Gola Çadê birçî ne

Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand, li herêma Gola Çadê ya Afrîkayê, bi mîlyonan mirov birçî ne û ji bo girtina tedbîrên lezgîn, bang kir.

Dîrektorê Giştî yê FAO Josê Grazîano da Sîlva bal kişand ser xeteriya birçîbûnê ya li hin herêmên Kamerûn, Çand, Nîjer û Nîjeryayê yên li dora Gola Çadê û got, li vê herêmê rîskeke mezin a ji ber birçîbûnê li ser 7 mîlyon kesî heye.

KRÎZA ÎNSANÎ Û EKOLOJÎK HEYE

Grazîano da Sîlva bang li civaka navneteweyî kir, ku 'bi lezgînî bikeve nava tevgerê' û diyar kir, tevî şer, xemsariya li pêşvebirina herêmên bejahî û guhertina avhewayê xeteriya birçîbûnê zêde dike. Sîlva destnîşan kir, krîza li herêmê, tevî ku însanî ye di heman demê de ekolojîk e.

Dîrektorê Giştî yê FAO got, têkoşîna li dijî birçîbûna bi mîlyonan kesî, razemeniya li çandiniya demdar e.

Sîlva anî ziman, tevî birçîbûna 7 mîlyon mirovên li dora Gola Çadê, tehlûkeya xelayê li ser 50 hezar kesên li bakurrojhilatê Nîjeryayê ne, heye.

'PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYA XUREKÊ YA LEZGÎNÎ Û DESTEKKIRINA KARÊ ÇANDINIYÊ HEYE'

Tê gotin, tevî şerê li dijî çeteyên Boko Haram, ziwabûna ava Gola çadê jî xeteriya birçîbûnê zêde kiriye. Li gorî FAO, Gola Çadê li gorî sala 1963'an ji sedî 90 biçûk bûye. Ev biçûkbûn derbê li çandiniyê û masîgiriyê dixe.

FAO pêşniyar dike, ku alîkariya xurekê ya lezgîn bê şandin û ji bo dema dirêj jî piştgirî ji xebatên çandiniyê re bê dayîn.