BI DÎMEN

Soylû li derewa xwe mikur hat

Suleyman Soylû, ku ji bo teqîna li avahiya emniyeta li Amedê gotibû, "Di dema tamîra wesayîtekê de rû da. Êrîş ji derve nehatiye kirin" li derewa xwe mikur hat. Soylû îro jî got, "Di binê avahiyê de tunelek kolandine û teqemenî bi cih kirine."

Li ser teqîna duh a li navçeya Rezan a Amedê, ku avahiyên Midûriyeta Emniyetê û TEM lê bûn, Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû îro daxuyaniyeke din da.

Soylû, duh heman piştî teqînê gotibû, "Di dema tamîrkirina wesayîtekê de teqînê rû da. Ji derve ve êrîş nehatiye kirin." Soylû îro jî di bernameya televîzyonekê de got, "Em lê fikirîn, bê bi rêya xebatkarekî tiştek xistine hundir an na. Lê belê ji derve ve tunelek kolandine û bi vî rengî pêk anîne. Em mehê carekê li dora avahiyên xwe yên emniyetê lêgerîn û kontrolê dikin. Xuya ye di demeke gelekî kurt de kolandine û teqemenî li binê erdê bi cih kirine..."

Soylû got, Walîtiya Amedê wê li ser mijarê daxuyaniyekê bide.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû duh heman piştî teqînê ev daxuyanî da bû: "Li hundirê avahiya hêzên çevîk ên polîsan, di dema tamîrkirina wesayîtê de teqînekê rû da. Em hîn bûn ku ji derve êrîş nehatiye kirin, di dema tamîrê de ji ber wesayîtê teqîn bûye. Kesek di binê xirbeyê avahiyê de ma, birîndarek jî rewşa wî giran e. Tevî ku hejmara xwe ne diyar e, çend kesên ku birîna wan sivik e, hene."