Dayê Ûveyş li ser gora xwe hate bi bîr anîn

Diya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Diya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan di salvegera 24’emîn a wefata xwe de, li ser gora xwe hate bibîranîn. Ûveyş Ocalan di 11’ê Nîsana 1993’an de jiyana xwe ji dest dabû. Xizmên Ocalan, gundiyên Amarayê, Dayîkên Aştiyê, Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevseroka Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê yên Xelfetiyê beşdarî bibîranîna li Amarayê bûn.

Hevseroka Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku, di serî de Ûveyş Ocalan em hemû dayîkên qehreman bi bîr tînin. Surucu destnîşan kir ku Ocalan dayîkeke bi qîmet e û got, "Di nav Kurdan de bû keseke mînak. Di nav pergala feodal de, di nav vê pergalê de ya ku jinan tune dihesibîne dayîkeke berxwedêr û kedkar bû. Dayê Ûveyş him diya Ocalan û him jî diya têkoşerên azadiyê ye. Em bi hurmet dayîka xwe bi bîr tînin."