BI DÎMEN

Bi fona AKP xapandina 'erê'

Li Wanê, AKP’yî tên cem kesên ku li ber Fona Alîkariyê ya Sosyal, formên di destê xwe de nîşan didin, dibêjin, "bibêjin 'erê' û bi ser bikevin. Vê formê dagirin, piştî referandûmê em ê bi we re alîkar bin."

Pêkhateyên nîjatperest-îslamîst ên dewleta Tirk hemû derfetên dewletê ji bo kampanyaya ‘Erê’ bi kar tînin, di şertên Rewşa Awarte de li dijî kampanyaya ‘na’ bi hemû saziyên xwe dibine asteng. Ev jî têrê nake mirovan dişelihînin jî.

Hevalbendiya AKP-MHP ji bo temenê dewletê yê bi rêveberiya yek zilamî dirêjtir bikin serî li gelek rê û rêbazan da. Ji dema ku xebatên referandûmê dest pê kirine û heta niha hemû amûrên zorê yên dewletê li ser pêkhateyên KCD, HDK’ê bi kar tînin. Bi kêmanî 2 hezar kes hatin binçavkirin û 400 jê hatin girtin. Polîsan êrîş bi ser 6 çalakiyên HDP’ê de bir, dest li ser 6 wesayitên hilbijartinê danîn. Êrîş, astengkirin û qedexeya li dijî yên ku dibêjin ‘na’ gihiştî 1000’î. Qedexe anîn bi dehan çalakiyên Na yên saziyan. Di dema êrîşan de bi dehan kes birîndar bûn. Kesekî digot ‘na’ bi destê AKP’yiyekî bi tifingê hate kuştin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi dehan endamên desteya sendoqê bi hinceta ku ‘ne xwedî navekî baş in’ qebûl nekir. Strana ‘bêjin na’ a HDP’ê li hemû Kurdistanê û Tirkiyê hate qedexekirin. Afîşên bi Kurdî, bi hinceta ku ‘naveroka wê nayê fêhmkirin’ hatin rakirin.  Ji Colemergê ta bi Rihayê her cure xebatên ji bo referandûmê hatin qedexekirin. Ên ku gotin ‘na’ ji kar û barê xwe bûn. 

LI WANÊ XAPANDINA KU  AKP DIKE

Weke ku ev hemû ne bes bûn AKP’ê li Wanê serî li rêbazeke dî jî da. Welatîyekî li telefona xwe qeyd kiriye, ev xapandina AKP’ê duh saet 13.00’an li ber bînahiya Fona Alîkariyê ya Sosyal  a li Kolana Millî Egemenlîkê pêk hat. AKP’yî bi formên destê xwe tên, dibêjine gel, ‘Bibêjin erê bi ser bikevin, vê formê dagirin, piştî referandûmê em ê bi we  re alîkar bin’, nasname, telefon û adrês ji wan xwestin. Piştî helwesta gel AKP’yî rahiştên formên xwe û ji ber devê Fonê veqetiyan.

HEWL DIDE KU DERSEKÊ BIDE AKP’Ê

Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê xebatên xwe bê navber didomîne, ji hêlekê ve vedibêje bê ka çima divê desthilatdariya AKP-MHP were rawestin, ji hêlekê ve polîtîkayên wan têşîr dike, ji hêlekê ve jî ji bo ewlehiya sendoqan tevdîran digire. Ji bo 934 sendoqên ku 834 dibistanan 2 hezar û 500 kes hatin peywirdarkirin. Maseya krîzê ya ku wê agahî lê bicivin hate avakirin. Ji bo muşahîdên wê li ser sendoqa peywirdar bin ji hêla parêzeran ve perwerdehî hate dayin.

Cahît Bozbat ku di Xebata Agahiyê ya HDP’ê de peywirdar e di nûçeyeke dîhaberê de dibÊje ji bo 16’ê Nîsanê amadekarî bi giştî qediyane û wiha dibêje: ‘’Li hemû dibistanan hevalên me yên rayedar hene ku dikarin îtîraz bikin. Hevalên me yên ji desteya sendoqê hene. Perwerdehiyên ji bo peywirdaran ji hêla hiqûqnasên me ve hatine dayin. Amedakariyên me bi giştî qediyane. Ya herî girîng divê her kes xwedî li sendoqan derkeve. Li Wanê 2 hezra û 500 kes peywirdar in, wê rojê wê sendoqan biparêzin. Lê divê gelê me jî li deng û sendoqan xwedî derkeve."