Qeyûm Parka Aştiyê hildiweşîne
Li Qelqeliyê ya Wanê yek ji cihê ku şîn mayî Parka Aştiyê bi biryara Qeyûm tê hilweşîn. Qeyûm ê ku dest bi kar kirî, karê yekem darên li parkê jê kirin.
Li Qelqeliyê ya Wanê yek ji cihê ku şîn mayî Parka Aştiyê bi biryara Qeyûm tê hilweşîn. Qeyûm ê ku dest bi kar kirî, karê yekem darên li parkê jê kirin.
Parka ku di demê Şaredariya BDP’ê ya Qelqeliyê ve hate çêkirin li ser fermana qeyûm tê hilweşîn. Cihê yekane şîn ê li navçeyê, wê bê hilweşandin li cihê wê Salona Jîmlastîkê bê çêkirin.
Hilweşîna ku bi ferman qeyûm pêk hat, destpê kir. Dîmenên jêkirina daran bû sedema nerazîbûnên gel.
Welatiyên navçeytên yên ji bo nerazîbûnê nîşan bidin kom bûn, polîsan ew hişyar kirin. Welatiyên navçeyê yên ku tevî vê jî belav nebûn, di navbera wan û erkdarên şaredariyê de alozî derket.