Li Ewropayê, çalakiyên ji bo grevên birçîbûnê dewam dikin

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo xwedîderktina li berxwedana grevên birçîbûnê dewam dikin.

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo xwedîderktina li berxwedana grevên birçîbûnê dewam dikin.

LYON: Li bajarê Lyon ê Fransayê, bi namzetê Serokkomariyê yê Partiya Antî Kapîtalîst a Nû Phîlîppe Poûtoû re hevdîtin hate kirin. Ev hevdîtin li Komeleya Mezopotamyayê pêk hat û li ser grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger agahî hate dayîn. Der barê mijarê de dosyayek radestî Poûtoû hate kirin.

DÛÎSBÛRG:  Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û Navenda Civaka demokratîk a Kurd (NCDK) ve mîtîngek hate lidarxistin. ATÎF, AGÎF, Însiyatîfa Gel a Kuercîkê jî destek dan mîtîngê. Di mîtîngê de ku bi sedan Kurdistanî amade bûn, bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî li ser grevên birçîbûnê axaftin hate kirin. Hat destnîşankirin, ku grevên birçîbûnê berxwedana li dijî neheqiyê ye û bang li raya giştî hate kirin, ku bi berpirsyarî rabe. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Girtî rûmeta me ne", "Bi zindana werin valakirin", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" qediya.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, li meydana Canebîerreyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di çalakiyê de konê agahdarkirinê hat vedan û gelek belavok hatin belavkirin.

ROÛEN: Bi armanca destekkirina grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, li bajarê Roûen ê Fransayê çalakî hate lidarxistin. Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan, heta ber Şaredariya Roûenê meşiyan. Çalakgeran belavok belav kirin, bal kişandin ser grevên birçîbûnê û ji raya giştî xwestin, ku bi berpirsyarî tevbigere.

MUNCHEN: Li bajarê Munchenê Elmanyayê nobeda kon dest pê kir. Li vê derê daxuyaniyek hate dayîn û hat ragihandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd nayê qebûlkirin û bal hat kişandin ser zext û zordariya li girtiyên siyasî tê kirin. Bang li dewleta Tirk jî hat kirin, ku daxwazên însanî û mafdar ên çalakgerên di grevên birçîbûnê de ne, qebûl bike. Çalakiya li vir wê 4 rojan dewam bike. Di 13-14'ê Nîsanê de wê konê agahdarkirinê li Max-Josepfplatzê bê vedan û mîtîngek were lidarxistin.