Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi banga Bloka Aştiyê li pêşiya Girtîgeha Şakranê daxuyanî hat dayîn. Xizmên girtiyan, Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Keskan û Çepê Nacî Sonmez, Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan, hevserok û rêveberên HDP’ê yên Îzmîrê, Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Zindanan re, Dayîkên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di çalakiyê de berê Nacî Sonmez axivî û diyar kir ku, em dizanin kî mafdar e û got, “Dewlet tu carî ne mexdûr e. Yên mafdar girtî ne. Em ê piştgiriya wan bikin.”
Piştre jî Sezaî Temellî axivî û got, “Şakran êdî di asteke krîtîk de ye. Greva birçîbûnê heye û li vî welatî hiqûq tune. Ji bo ku em karibin ji vî welatî re bibêjin demokrat e, divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. Ez bang dikim ku, ne bi tenê raya giştî ya Tirkiyeyê, divê raya giştî ya cîhanê jî bihistyar be”.
Gulistan Kiliç Koçyîgît jî got ku, “Êdî rewş krîtîk e. Ji bo ku nûçeyên mirinê neyê, divê em bihistyar bin. Desthilatdariya siyasî gelekî sersar e. Hemû daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe didin. Girtî dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî were rakirin. Ji ber ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Dengên me çiqasî zêde derkeve, ew ê greva birçîbûnê ew qasî zû biqede. Heta ku daxwazên wan bi cih were, ew ê berxwedana me bidome.”
‘NE KOLE NE!’
Diya Ozgur Guçlu yê ku di greva birçîbûnê de ye Naciye Guçlu jî got, “Ez çalakiya girtiyan silav dikim. Dewlet tu mafî nade. Mafên me ji destên me hatine girtin. Kurê min di greva birçîbûnê de ye. Ev ji bo dewletê şermeke mezin e. Girtî mafên xwe dixwazin. Em ne kole ne. Kurê min dihele.”
Piştre jî Bloka Aştiyê bi sê zimanan daxuyaniya çapemeniyê xwend. Bahadir Altan ê ku daxuyanî xwend got ku, “Ji bo ku çav bibînin, guh bibihîzin divê em çawa biaxivin em nizanin. Ji bo parastina rûmeta bedena xwe kirine mertal. Daxwazên wan mafên sereke yên mirovayetiyê ne.”
Altan hevdîtina heyeta HDP’ê ya bi Wezîrê Edaletê re jî bi bîr xist û got, “Em Bekîr Bozdag vedixwînin peywirê. Wezîr dikare deriyê diyalogê veke. Ji ber vê jî berpirsê nûçeyên xerab ew e. Jiyana mirovan ji wê dewleta we ya pîroz, pîroztir e.”
Çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.