Çalakiya greva birçîbûnê ya malbatan belav dibe!
Malbatên girtiyan, ji bo piştgirî bidin grevên birçîbûnê yên li Girtîgehan de, li Wanê û Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Malbatên girtiyan, ji bo piştgirî bidin grevên birçîbûnê yên li Girtîgehan de, li Wanê û Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyan di roja 56'an de didome. Li Amedê ji bo piştgiriya girtiyan greva birçîbûnê ji aliyê mablatan ve hatibû destpêkirin. Li Wan û Stenbolê jî malbatan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya malbatên girtiyan, Dayikên Aşitiyê û siyasetmedaran a ku li avahiya Rêxistina DBP'ê a bajêr dayîn destpêkirin wê 2 rojan bi şêweyê dorveger berdewam bike.
Çalakiya ku bi 8 kesan destpêkir, Dayika Aşitiyê Leyla Duman axivî û daxwaz kir ku daxwazên girtiyan pêk werin û wiha doman: "Li girtîgehan piştî darbeya 1980'an, êşkence û nêzîkatiyên xirab cardin hatin rojevê.Em vê rewşê qebûl nakin. Hemû kesên ku wijdana wan heye em bang dikin ku piştgiriya zindanan bikin.
Piştî daxuyaniyê gel serdana çalakgerên di greva birçîbûnêdene kir.
STENBOL
Li Stenbolê malbatên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Malbatan li avahiya HDP'ê a navçeya Bahçelîevler bi daxuyaniyekê ragihandin ku dest bi greva birçîbûnê kirine.
Hevseroka HDP'ê ya bajêr Esengul Demir axivî û wiha got: "Em daxwaz dikin ku beriya ku li girtîgehan mirin çêbibe bila xwazên girtiyan pêk werin û dawî li grevên birçîbûnê werin. Di vê çarçoveyê de li navçeyên Stenbolê em ê grevên birçîbûnê yên bi dem û bêdorveger lidarbixin bila ev were zanîn."
Hevserokê HDP'ê yê bajêr Mustafa Avci jî axivî û wiha got: "Me pêkanînên ku asta faşîzmê ji derbas kir dîtin. Li dijî van pêkanînan civak xwedî maf e ku helwest nîşan bide. Îro hevalên me li girtîgehan dest bi çalakiya radîkal a grevên birçîbûnê kirine û daxwaz dikin ku daxwazên wan pêk werin. Ji bo ku li girtîgehan mirin çênebe û rewşa tendurisitiya girtiyan xirabtir nebe em ji derve dest bi grevên birçîbûnê dikin."
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê DBP'ê yê bajêr Alî Riza Bilgilî ve hat xwendin û wiha tê gotin: "Politîkayên ku civakê bê îrade dike her roja diçe zêdetir diib. Li dijî van politîkayan li girtîgehan berxwedan çêdibibn. Berxwedana girtiyan a ku bedena xwe ji bo mirinê danîne îro ket roja 56'an. Grevên ku li hundir didomin pêwîste em derbasi kolanan biin."
Bilgilî daxwazên girtiyan bi vi awayî rêz kir; "Şert û mercên dijmirovahiyê yên li girtîgehan werin sere rast kirin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Girtin û binçavkirinên ku herî dawî ji bo xebatên siyasî û nêrînan dawî lê werin."
AMED
Li Amedê jî çalakiya greva birçîbûnê ku di 10'ê Nîsanê de bi 20 kesan destpê kir, di roja 2'yemîn de berdewam dike. Çalakî, li salona Vedat Aydin a li avahiya DBP'ê ya Amedê berdewam dike. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Parlamentera HDP'ê ya Berê Mulkiye Birtane jî di nav de gelek kesan kon ziyaret kir. Malbatên girtiyan û siyasetmedar bi moralekî mezin çalakiya xwe didomînin, sibê wê komek din çalakiya wan dewr bigrin.