Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku ew êrîşên hikumeta AKP û Erdogan ên li dijî gelên li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin.
Şaho ragihand, dewleta Tirk plana tinekirina gelê Kurd daniye pêşiya xwe û ev plan ne tenê li dijî Bakurê Kurdistanê ye, li hemberî gelemperiya Kurdistanê ye.
Amed Şaho di vê çarçoveyê de bal kişand ser referandûma 16'ê Nîsanê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji bo têkbirina planên AKP-Erdogan, bang li gelê Kurd kir ku biçe ser sindoqan û dengê NA bide.
Endamê Meclîsa Rêveber a PJAK'ê Amed Şaho destnîşan kir, ku dijî desthilatdariya zext û zordariyê ya AKP-Erdogan, li girtiyên siyasî di nava şert û mercên dijwar de ketine greva birçîbûnê û got, "Greva birçîbûnê ev 57 roj in dewam dike. Em vê berxwedanê silav dikin û piştgiriyê didin."
Şaho bang li hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, siyasetmedar û parlamenterên Rojhilatê Kurdistanê kir, ku piştgiriya girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne bikin û got, "Li dijî hovîtiya AKP'ê, pêwîstî bi pêleke mezin a nerazîbûnê heye."