Dorpêçkirina Tebqayê: Li eniya rojhilat şer giran e
Li rojavayê navenda bajarê Tebqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Wesayîteke bombebakirî ya çeteyan hate rûxandin.
Li rojavayê navenda bajarê Tebqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Wesayîteke bombebakirî ya çeteyan hate rûxandin.
Li derdora bajarê Tebqayê, ku şervanên QSD'ê ji çar aliyan ve dor lê girtine, şer giran e. Şerê ku li eniya rojhilat diqewime, danê nîvro dijwar bû.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, saet di 13:20 de wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan ahte rûxandin. Hat ragihandin, li Balafirgeha Tebqayê jî liv û tevger heye.