Li Antalya û Enqerê operasyonên qirkirina siyasî
Li Antalyayê 5 û li Enqereyê jî 7 kes hatin binçavkirin.
Li Antalyayê 5 û li Enqereyê jî 7 kes hatin binçavkirin.
Li Antalyayê polîsan di satên serê sibehê de di ser gelek maland de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê ESP'ê yê Antalyayê Haci Temûr ji di navde 5 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Aksû ya Antalya.
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hevserokê ESP'ê yê Antalyayê Haci Temûr, endam û rêveberên ESP'ê Eser Girginer, Cem Uzen, Cûma Tokgoz û Leyla Nuyan.
ENQERE
Di serdegirtinên malan de Hevserokê HDP'ê yê Yenimahalle Nûrettin Kertaş û endamên Egîtîm Senê jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Şaxa TEM'ê ya Midûryeta Emniyetê ya Enqereyê têne girtin.
Navê kesên hatîn binçavkirin wiha ne; Vezîr Çoşkûn Parlak, Sînem Işik, Fahrî Yalçin, Gul Yildirim, Nûrettin Kemertaş, Fevziye Ekşîoglû û Meral Erdogan.