Grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê, ku li dijî polîtîkayên zordar ên dîktatoriya AKP-Erdogan dest pê kirin, di roja 57'an de ne. Li Ewropayê jî ji bo destekkirina van berxwedêran çalakî tên lidarxistin. 50 nûnerên ku di rêveberiya KCDK-E de cih digirin, wê 13'ê Nîsanê roja Pêncşemê saet di 13:00 de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest bi greva birçîbûnê bikin.
50 ENDAMÊN REVEBERIYA KCDK-E DIKEVIN GREVÊ
Di nava çalakgeran de parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Tûgba Hezer, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) Fatoş Goksûngûr, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Belçîkayê (NAV-BEL) Arîfe Soysuren, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hollanayê (DEMNED) Huseyîn Yildiz, Hevserokê FEDA'yê Velî Kaya, nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Mûstafa, nûnerê NAV-YEK'ê, nûnera TJK-E Hanim Engîzek, nûnerê Ciwanên Azad Ahmet Yildirim û nûnerên Malbatên Winda û Mexdûran jî hene.
Ji bo piştgiriyê bidin grevê, wê komek ji rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û rojnamevanan bi rengekî dorveger û demkî bikevin grevê. Di nava vê koma piştevan de jî rojnamevan Ahmet Nesîn, hunermend Pinar Aydinlar, siyasetmedar, rojnamevan Fîlîz Koçalî, akademîsyenê aştiyê Ûtkû Sayin, nivîskar Azîz Tûnç, Doç. Dr. Îbrahîm Sedo Aydonga, Hevberdevkê HDK-E Fransa, rojnamevan Îbrahîm Çîçek, televîzyonkar Fusûn Erdogan, Hevberdevkê HDK-Ewropa Demîr Çelîk hene.
EM XWEDÎ LI BERXWEDANA LI GIRTÎGEHAN DERKEVIN
KCDK-E li ser mijarê daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd, hêzên sosyalîst, demokrat, şoreşger û rewşenbîran kir, ku 13'ê Nîsanê roja Pêncşemê beşdarî mîtînga ji bo destpêkirina greva birçîbûnê bibin û li her devera cîhanê, xwedî li berxwedana li girtîgehan derkevin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, grevên birçîbûnê yên di roja 57'an de ne, li ser sînorê mirinê ne û hat gotin, "Di serî de gelê Kurd, sosyalîst, demokrat, rewşenbîr û her kesên xwe weke alîgirê mirovahiyê dibînin, lazim e xwedî li grevên birçîbûnê yên berxwedêrên zindanan derkevin. Ev yek wezîfeyek ji bo mirovahiyê ye. Hem exlaqî ye, hem jî wezîfeyeke welatparêzî û rûmetiyê ye. Dem hatiye ku em ala berxwedêrên ku canê xwe dane ber mirinê, mîna deryayekê mezin bikin. Xwedîderneketina li grevên birçîbûnê, tê wateya erêkirina komkujiyên ku AKP li bajarên Kurdan dike. Li dijî pêkanînên derveyî mirovahiyê û siyaseta înkar, tekparêz û kujer, pêwîste em li dora berxwedêrên zindanan seferber bibin."