Li Hollandayê û Elmanyayê ji bo girtiyan çalakî hatin lidarxistin
Kurdistanî û Tikiyeyiyên ku li Hollanda û Elmanyayê dijî jî, piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan.
Kurdistanî û Tikiyeyiyên ku li Hollanda û Elmanyayê dijî jî, piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan.
DAN GAAG
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Hollandayê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bênavber û dorveger kirin.
Greva birçîbûnê ya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dan Haagê didome, heta ku girtî encama bigirin wê bidomînin. Di vê çarçoveyê de kon wê bên danîn û li cihên mîna parlementoyê û şaredariyan jî belavok wê bên belavkirin.
Bang hate kirin ku di serî de welatparêz û hemû kes xwedî li girîtiyan derkevin.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ji bo pişgiriya bi greva birçîbûnê re wê çalakî û mîtîng ku li Qada Marketplatzê bi hefteyekê nobeda kon destpê bike.
Di çalakiya peyamên ‘NA’ yê jî hatin dayîn de, NAV-DEM’ê têkildarî greva birçîbûnê belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin.
Di daxuyaniya çalakiyê de hate dayîn wiha tê gotin: “Roj êdî sînorên bêdengiyê derbas kiriye. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Pêkanînên dijmirovahiyê yên li ser girtiyan, êşkence, zext û destavêtinên li hember girtiyan êdî derketiye holê. Girtiyên siyasî îro di roja 55’emîn a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Divê li beramberî vê rewşê em bêdeng nebin. Di vê pêvajoya ku gihiştîne sînorê mirinê em daxwaz ji dewleta Tirk dikin ku maf û daxwazên girtiyan ên mirovî bi lezgîn bi cih bînin.”
Li bajarê Stûttgart li navendên cuda 6 rojan her roj saet 16:00 heta 20:30’an, ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re wê çalakiya nobeda kon bê kirin. Nobeda kul i Qada Markplatz a ku 10’ê Nîsanê destpêkiribû, îro li Qada Schlossplatzê dewam dike. 12’ê Nîsanê wê dîsa li Marktplatz, 13’ê Nîsanê Schlossplatz, 15’ê Nîsanê Schîllerplat û 16’ê Nîsanê jî li Qada Schlosplatz kon bê vekirin.