Parlamenterên ji 9 partiyên siyasî yên li Meclîsa Nûneran a Hollandayê, çalakiyek lidar xistin û wêneyên 13 parlamenterên HDP'ê yên girtî ne, hilgirtin. Di vê çalakiyê de ku ji bo azadiya HDP'yiyan hate lidarxistin, endamên Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Çep-Kesk, Demokratên Xiristiyan (CDA), Partiya Mafên Sewalan, Partiya Azadiyan (PVV), 50Plûs, YekÎtiya Xİristiyan, Partiya Karker (PvdA) û Partiya Reformê (SGP) amade bûn.
Parlamenterê SP Emîle Roemer di çalakiyê de axivî û anî ziman, gelek partiyên rastgir û çep, cara yekemîn e ji bo çalakiyeke bi vî rengî hemfikir in. Roemer got, "Divê parlamenter ne li girtîgehê bin. Pêwîste bi erka xwe rabin û nêrînên xwe eşkere bikin. Eger bi vî rengî be hingî mirov dikarin qala demokrasiyê bikin."
Ji PvdA Kîrsten van den Hûl jî bal kişand ser girîngiya piştgiriya ji bo parlamenterên HDP'ê û got, "Bi dîtina min, weke parlamenterên çepgir û rastgir, kombûna me ya li vir gelekî girîng e. Derfeta min çêbû ku bi girtiyên siyasî yên bi salan di girtîgehê de man e hevdîtinê bikim. Û wan ji min re gotin, ku dema girtî bûn, lidarketina çalakiyên bi vî rengî çiqasî ji bo wan girîng e."
Van den Hûl anî ziman, Meclîsa Nûneran a Hollandayê bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin ji nêz ve dişopîne.
Ji Yekîtiya Xiristiyan Joel Voordewînd jî diyar kir, ew hêvîdar in ev çalakiya wan alîkariyê bide ji bo berdana parlamenterên HDP'ê û di vî warî de zextê li Tirkiyeyê bike.
Parlamenterê CDA Raymond Knops destnîşan kir, ku zexteke giran li ser demokrasiya Tirkiyeyê heye û rewş cidî ye.
Parlamenterên Hollandayê, di çalakiya xwe de xwestin parlamenterên HDP'ê tavilê serbest bên berdan.