Li 27 girtîgehan 219 girtî di greva birçîbûnê de ne
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger di roja 57. de ye. Her roj girtiyên nû tevlî grevê dibin. Li 27 girtîgehan, 219 girtî ku 38 ji wan jin in, di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger di roja 57. de ye. Her roj girtiyên nû tevlî grevê dibin. Li 27 girtîgehan, 219 girtî ku 38 ji wan jin in, di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger, kêm ma ye bibe du meh. Her roj komên nû tevlî grevê dibin.
SÊRT
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, bi rêya malbatên xwe ragihandin ku wan ji 10'ê Nîsanê ve bi daxwaza "Bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Girtiyan destnîşan kirin, ku heta daxwazên wan bi cih werin anîn, ew ê çalakiyê bidomînin.
'EM NIKARIN TECRÎDÊ QEBÛL BIKIN'
Girtiyên ku bi rêya malbata xwe name şandin wiha gotin: "Bi operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve di sala 2015'an de dest pê kirin, li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde bû. Tecrîda dermirovahiyî di şexsê Rêberê Apo de girantir kirin. Ji bo me girtiyên siyasî Rêber Apo, hebûn û tinebûn e. Rêber Apo, xeta me ya sor e. Asta ku tecrîd gihaştiyê, ji aliyê me ve êdî nayê qebûlkirin. Em vê qebûl nakin."
Di nameyê de hat diyarkirin ku wan ji 13'ê Adarê ve dest bi çalakiyan kiriye û wiha hat gotin: "Me di 13'ê Adarê de wek komeke 5 kesî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye. Ji ber vê 5 hevalên me yên di greva birçîbûnê de di 17'ê Adarê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê hatin kirin. Paşê, bi 7 kesan koma me ya duyemîn grevê dewr girt. Paşê jî bi 5 kesan koma me ya sêyemîn grevê dewr girt. Van hevalên me di 10'ê Nîsanê de dest bi grevê kirine."
DI 10'Ê NÎSANÊ DE 5 KES DEST BI GREVÊ KIRIN
Girtiyan di nameyê de ragihand ku, wan biryara greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger daye û ji 10'ê Nîsanê ve wan bi 5 kesan dest pê kiriye û wiha gotin: "Ji ber qetlîam û qirkirinên li ser gelê kurd bi dawî nabin, wan biryara greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger daye."
Navê girtiyên ku ji 10'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne ev in: Şerif Gungen, Zekeriya Seven, Zeki Cengiz, Yavuz Odumlu, Mustafa Gunduz.
14 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
Her wiha Sevîm Ekîn jî ji 28'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Hat ragihandin ku wê di 12'ê Nîsanê de jî koma duyemîn dest bi grevê bike. Wê di koma duyemîn de Naîme Kaplan û Kubra Çelîk cih bigirin.
SÎNCAN
Li Girtîgeha Sîncanê, ku di koma destpêkê de 7 girtiyên jin û di koma duyemîn de 9 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin, koma sêyemîn jî ji 10'ê Nîsanê û pê ve dest bi greva birçîbûnê kir. Li Sîncanê ku 9 kesên di ketin grevê, hejmara çalakgeran giştî 25 kesî.
BOLÛ
Li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê, ku berê 10 girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, 8 girtiyên din jî tevlî bûn. Navê van 8 kesan wiha ye: Recep Belîk, Alî Dalaban, Mahmût Yamalak, Savaş Barîk, Suphan Delen, Mûrat Çetînkaya, Mûrat Satilmiş, Ozkan Kart.
TOKAT
Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, 5 girtî ji 11'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. Girtiyên çalakger ev in: Rojhat Aydin, Mehmet Yîgît, Mûrat Sonmez, Sînan Sayik, Mehmet Emîn Ogûr.
LI 27 GIRTÎGEHAN 219 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE
Li gorî agahiyên ji Însiyatîfa Piştgiriya Zindana hate girtin, li 27 girtîgehan 219 girtî ku 38 jê jin in niha di grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger de ne.