Operasyonên ji bo referandûmê: 152 kes hatin binçavkirin
Li Amed û Stenbolê, 152 kes hatin binçavkirin ku rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de hene.
Li Amed û Stenbolê, 152 kes hatin binçavkirin ku rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de hene.
Polîsên Tirk duh danê sibehê avêtin ser gelek malan. Li gorî agahiyan, herî kêm 115 kes hatine binçavkirin. Stajyerê dîhaberê Sureyya Dal û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Metîn Egîcî jî di nava binçavkiriyan de hene.
Kesên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Destûr nayê dayîn ku parêzer wan bibînin.
LICÊ
Li navçeya Licê, polîsan danê sibehê avêtin ser malan û 4 kes binçav kirin. Keya Hanefî Gulen, ku qeyûm li şûna wî hate bicihkirin, xebatkarê şaredariyê Mehmet Akşahîn, Veysî Ozkan û Mizgîn Kirhan hatin binçavkirin. Welatiyên hatine binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ne.
PASÛR
Li navenda navçeya Pasûr a Amedê û gundên wê jî, hêzên çekdar ên dewleta Tirk duh êvarê û vê sibehê avêtin ser malan. Di encamê de herî kêm 25 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina duh êvarê de li gundê Temîrayê Îhsan Bayram hate binçavkirin. Li navenda navçeyê jî, danê vê sibehê Halîl Taş, Ersîn Eren, Vezîr Tekîn, Mehmet Eren û Haci Polat hatin binçavkirin. Welatiyên ku li ser îfadeya şexsekî hatin binçavkirin, birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Pasûrê. Binçavkirî bi "alîkariya ji bo rêxistinê" tên sûcdarkirin.
Tê gotin, hejmara binçavkiriyan dibe ku zêde bibe.
STENBOL
Li navçeyên Sûltanbeylî, Sancaktepe, Umraniye, Avcilar, Arnavûtkoy, Bagcilar, Bahçelîevler, Beyoglû, Başakşehîr, Beylîkduzu, Esenyûrt, Gazîosmanpaşa, Kagithane, Kuçukçekmece û Sûltangazî yên Stenbolê, polîsan avêtin ser 35 malan. Di encamê de 27 kes hatin binçavkirin, ku HDP'yî jî di nav de hene. Kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
HATAY
Li navçeyên Skenderûn û Antakyayê yên Hatayê, danê vê sibehê jî avêtin ser malan. Kedkarên perwerde û tenduristiyê yên ji kar hatin avêtin û endamên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan navê kesên hatine hînbûn ev e: Mûtlû Aymaz, Resûl Varhan, Merve Varhan, Ziya Aslan, Medîne Şahîn, Ercan Dogan.