Ji Demîrtaş peyamên referandûmê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo referandûma 16’ê Nîsanê ji bo hemû Tirkiyê peyam şandin. Her sê peyamên Demîrtaş ên di 10'ê Nîsanê de hatin şandin, ji aliyê Navenda Giştî ya HDP’ê ve hatin weşandin.

Peyamên têkildarî referandûmê yên ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê şandin wiha ne:

Hûn hay jê hene vêga; di dinyayê de ji me şadtir ti gel nîn e. Rêya ku şadbûnê digihîne aramiyê, ewlehiyê kurt bikin. Bibêjin NA,
Em hemû bi ser bikevin,
Em bi hev re bi ser bikevin.
 
Tirsa ji hev qutbûnê, tinehesibandinê, dubendîbûnê hemû tiştê me radest digire. Em jiyaneke rûmetdar û bi hev re heq dikin. Bibêjin Na,
Em hemû bi ser bikevin,
Em bi hev re bi ser bikevin.

Destûrê nedin ku ev fîlmê tirsê dirêjtir bidome. Rêya ku diçe demokrasî, aştî û xwişk û biratiyê kin bikin. Bibêjin NA,
Em hemû bi ser bikevin,
Em bi hev re bi ser bikevin.