Li Îzmîrê greva birçîbûnê kete roja 6'an

Li Îzmîrê greva birçîbûnê ya demkî û bi dorveger ku malbatan dayî destpêkirin di roja 6’an de dewam dike.

Çalakiyên ji bo destekkirina grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî, ku di roja 57'an de ne, dewam dikin. Greva birçîbûnê ya ku malbatên girtiyan li avahiya DBP'ê ya Bajarê Îzmîrê dane destpêkirin berdewam dikin.

Greva Birçîbûnê îro koma duyem dewr girt. Di nav koma nû de rêveber û endamên DBP’ê yên navçeya Karşikayê, keça Apê Mûsa Rahşan Anter, ekolojîst Ertûgrûl Barka jî hene.

Barka bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Divê bi Ocalan re muzakere dest pê bikin". Barka bi berdewamî got, "Îro roja 57’an a greva birçîbûnê ye. Eger mirin çênebin jî wê nexweşiyên mayinde çêbibin. Em bi vê dizanin û ji vê ne mirov, mirovahî wê ziyanê bibîne."

Keça Apê Mûsa Rahşan Anter jî ji bo 2 rojan kete greva birçîbûnê  û got, "Eger bavê min sax bûya wê niha li vir bûya û li pêşiya têkoşînê bûya."

'BILA EV ZILM BIQEDE'

Dayika Ozkan Yaşar ê ku ev 57 roj in li Şakranê di greva birçîbûnê de ye, Hazal Yaşar got divê her kes guh bide dengê ji girtîgehan tê. Dayik Hazal Yaşar got, ji roja ku kurê wê dest bi grevê kiriye wan li malê xwarinek çênekirine û diyar kir, ji bo ku têkoşîna kurê xwe berz bike ew tevlî nav çalakiyê li her qadê dibe. Yaşar diyar kir ku divê ev zilm bi dawî bibe û got: "Eger daxwazên zarokên me pêk neyên em ê jî bedena xwe bidin ber mirinê."