Wêneyên ku Erdogan aciz kir, bûn pirtûk

Wêneyên pêşangeha ku Serokkomarê Tirk Erdogan jê aciz bû, niha jî bûn pirtûk.

Wênevan Demîr Sonmez, wêneyên çalakiyên protestoyî yên 5 salên dawî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin lidarxistin, di Nîsana 2016'an de weke pêşangehekê nîşan da bû. Gelek parlamenter, şaredar, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskar beşdarî vê pêşangehê bû bûn. Di pêşangehê de wêneyên gelên ku pêkanînên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê şermezar kirin, hebûn.

ERDOGAN NERAZÎBÛN NÎŞAN DA BÛ

Di pêşangehê de, der barê çalakiya li ser Berkîn Elvan ê 15 salî de, wêneyê pankarta bi nivîsa "Navê min Berkîn Elvan, polîs ez bi fermana serokwezîr (Erdogan) kuşt, hatibû nîşandan.

Serokwezîrê Tirk Erdogan diyar kiribû, ku hem vî wêneyî, hem jî nîşandana wêneyên çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew aciz kirine û ji Swîsreyê xwestibû, ku pêşangehê betal bike.

Ev daxwaza Erdogan ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê û rêveberiya Kantona Cenevreyê ve hate redkirin. Piştre bi daxuyaniyekê hate ragihandin, ku "Ev der ne Tirkiye ye" û pêşangeha wêneyan a Demîr Sonmez jî divê di çarçoveya azadiya çapemenî û ramanê de bê nirxandin.

WÊNEYÊN JI DAXWAZÊN GELAN ÊN JI BO AZADIYÊ BÛN PIRTÛK

Ev wêneyên di navbera salên 2011-2016'an de hatin kişandin û di pêşangehê de hatin nîşandan, niha jî bûn pirtûk.

Pirtûka navborî ji aliyê Weşanxaneya Slatkîne ya Swîsreye ve bi zimanên Îngilîzî û Fransî hate çapekirin û bi navê "Place des Natîons" hate weşandin. Li ser wêneyê bergê pirtûkê jî wêneyê dayikeke Kurd heye.

Pêşgotina pirtûkê ji aliyê Şaredarê berê yê Cenevreyê û endamê Konseyê yê ji Çand û Sporê berpirsyar Samî Kanaanû siyasetmedar û nivîskar Jean Zîgler ku di heman demê endamê Konseya Bilind a Mafên Mirovan a NY ye, hat nivîsandin. Pirtûk wê ji 13'ê Nîsanê û pê ve bigihêje ber destê xwendevanan.

'MIN XWEST QÎRÎNA AZADIYÊ BIGIHÎNIM NIFŞÊN NÛ'

Wênevan Demîr Sonmez, li ser sedema amadekirina vê pirtûkê ji ANF'ê re axivî û got, "Min xwest, daxwazên gelan ên li ber Neteweyên Yekbûyî nîşan dan, mayînde bikim. Min xwest, qîrîna mirovên cîhaneke baştir têdikoşin, bigihînim nifşên nû. Di nava vê pirtûkê de wêneyên çalakiyên gelên ku qet navê wan nehatiye bihîstin, hene. Ev pirtûk wê bibe wêneyê rabûna li ber xemsariya Neteweyên Yekbûyî. Serokdewletê ku weke kujerên gelan tên binavkirin, bi vê pirtûkê re wê her tim weke kujer bên dîtin."

Pirtûk wê di 26-30'ê Nîsanê de, di Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Cenevreyê de jî bê nîşandan.