Li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê greva birçîbûnê
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan a bi dorveger kirin. Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn jî di nav çalakvanên greva birçîbûnê de ye.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan a bi dorveger kirin. Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn jî di nav çalakvanên greva birçîbûnê de ye.
Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê grevên birçîbûnê belav dibin. Çalakiyên greva birçîbûnê ji 20’î zêdetir girtîgehan didome û her roj greveke nû tê dest pê kirin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê jî di 10’ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê ya ku Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û girtiyên siyasî dane dest pê kirin, wê 5 rojan carekê bi dorveger bidome.