ROJANE
Hemû Nûçe
-
Otobusa ji bo azadiya Ocalan ji Strasboûrgê bi rê ket
Bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan û girtiyên siyasî re azadî’ otobusa ku wê li bajarên Ewropayê bigere, îro ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rê ket. -
Li Mûglayê kesên hatîn êşkencekirin, demê binçavkirina wan hate dIrêjkirin
Li Mûglayê bi îdîaya ku ‘PKK yî ne’ 7 kesên ku bi êşkenceyê hatin binçavkirin, hefteyekê demê binçavkirina wan hate dirêjkirin. -
Çalakiya ji Ocalan re azadî ya li Strasbûrgê li pêşiya KE’yê dewam dike
Mîtînga ku bi şîara ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate lidarxistin, piştî meşa hate lidarxistin û şûnde, li pêşiya avahiya Konseya Ewropa (KE) dewam dike. -
Komploya navneteweyî li Adigeyê hate protestokirin
Li Adigeyê bi pêşengiya Otonomiya Çandî ya Kurd û Organîzasyona Jinên Kurd, komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê hate protestokirin. -
Çalakiya ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê hate destpêkirin
Çalakiya ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê bi beşdariya nûnerên saziyên Kurd, rêveberên herêmî yên Îtalyan dest pê kir. -
Li Qibrisê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Qibrisê dijîn, komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. -
Navê kesên li Mûglayê bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, eşkere bû
Nasnameya 7 kesên ku li Mûglayê hatibûn binçavkirin û piştre jî hatibûn binçavkirin, eşkere bû. Derket holê ku kesên hatine binçavkirin bira û pismam in. -
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê tên destpêkirin
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tên destpêkirin. -
Bexda zextan li Hewlêrê dike
Desteya Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê biryarên nû dan. -
Li Nûrnbergê ji bo Qamişlo yê YPG’yî konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo Heqî Qamişlo yê ku di pêngava Bagera Firatê de şehîd bûbû, li Nûrnbergê konê sersaxiyê hate danîn. -
MLKP/Kurdistan: Ligel komployê, doza azadiyê mezin bû
MLKP/Kurdistanê, komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û destnîşan kir, ku ligel komployê têkoşîna azadiyê mezin bû. Di daxuyaniyê de li dijî tecrîda li ser Ocalan banga çalakiyan hate kirin. -
Şerê li ser Îdlîbê
DYA û Rûsya du welat in ku di warê Sûriyeyê de divê li hevdu bikin. Berjewendiya herdu dewletan jî petrola li herêmê ye û dixwazin vê petrolê ji xeteke bêyî Tirkiyeyê bibin Ewrûpa û welatên din. -
KCD'ê serdana parêzerên Ocalan kir
Heyetek ji KCD'ê, ji ber salvegera komploya 9'ê Cotmehê serdana parêzerên Ocalan kir. Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk li vir got, "Şermezarkirin têra rakirina tecrîdê nake; divê em dengê xwe bilind bikin, têkoşîna xwe mezin bikin." -
Komploya 9'ê Cotmehê li gelek cihan hate şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di salvegera 19. de li gelek bajarên Ewropahê hate şermezarkirin. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Rûsyayê hate şermezarkirin
Li Rûsyayê, komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, hat şermezarkirin. Sekreterê Giştî yê yNK'ê Celal Talabanî jî hate bîranîn. -
Posterên Ocalan di bîllboardên Bernê de ye
Li Bernê di bîllboardên mezin de posterên ji bo azadiya Ocalan tên nîşandan. -
HDK’ê kongreyên xwe yên li Berlîn û Stûttgartê li dar xist
Kongreya Gelan a Demokratîk li Berlîn û Stûttgartê kongreyên xwe li dar xist. -
Li Enqere û Wanê operasyonên qirkirina siyasî
Li Enqereyê endamên HDP, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, KESK, TÛHAD-FED’ê û li Wanê jî siyasetmedarê Kurd Yavûz Yildiz hate binçavkirin. -
Girtî ji ber êşkenceyê ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ne
3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê êşkence li wan hate kirin, ev 10 roj in di reva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne. -
Komploya 9’ê Cotmehê çawa dewam dike?
Rast e, têkoşîna ku Ocalan jê re rêbertiyê dike îro xwe bi cîhanê daye qebûlkirin, lê êriş û komployên li dijî îdeolojiya Ocalan dewam dikin. Ji ber vê sedemê, ji bo Kurdan ji îro û şûn ve pîvana serketinê, azadkirina Ocalan e. -
Mam Celal li Stockholmê hate bîranîn
Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî, li Stokcholmê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn. -
MŞD: Azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzidî ye
MŞD'ê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye" û bang li civaka Êzidî kir, ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan. -
Bayik: Xizmet û nirxên Mam Celal wê ti carî neyên jibîrkirin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bal kişand ser rola Mam Celal di guhertina siyaset û civaka Kurd de û destnîşan kir ku wê bi pêkanîna yekîtiya neteweyî, daxwaz û hesreta Mam Celal bi cih bînin. -
Ji bo Ocalan li Belçîkayê çalakiya bi bisikletan hate lidarxistin
Li Belçîkayê, çalakiya bi bisikletan ku 2 rojan dewam kir, li paytext Brukselê bi mîtîngekê qediya. -
Turk: Ti wateya gotina 'Kurd birayê me ne' nema ye
Ahmet Turk nerazîbûn nîşan da, ku ti ji rayedarên Tirk tevlî merasîma cenazeyê Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî nebûn û got, "Êdî ti wateya gotina 'Kurd birayê me ne' nemaye."