FEDA û DAKB’ê nerazîbûnên xwe nîşanî şibandinên Kûrtûlmûş dan

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) li hemberî pêsnên Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş ên têkildarî Yavûz Sûltan Selîm nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş di daxuyaniyeke xwe de gotibû: ‘’Tifaqa Yavûz Sûltan Selîm û Îdrîsî Bîtlîsî ya li hemberî Şah Îsmaîl ê ku li seranserê xaka Anatoliyayê zilm dikir, bûbû wesîleya pêkvejiyana civakên Misilman ên li Anatoliyayê.’’

FEDA û DAKB’ê jî li hemberî van gotinên Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûnên xwe nîşan dan. Di daxuyaniya hevpar de ev yek hate gotin: ‘’Ev gotinên Nûman Kûrtûlmûş ne bi tenê daxuyaniyek e, di heman demê de tên wateya pesndayîna Yavûz Sûltan Selîm ê ku ji aliyê civaka Elewiyan ve hatiye cinûsîkirin û îtîrafkirina komkujiya li ser Elewiyan û pîrozkirina zîhniyeta qirker.’’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi şerê Otlûkbelî yê di sala 1473’yan de xakên Kurdistanê hatine dagikirin û piştî vê dagirkirinê  dewleta Osmaniyan li herêmê di serî de Elewî li hemberî gel û baweriyên cuda komkujî pêk anîne.

Her du saziyan diyar kirin ku gotinên Kûrtûlmûş ne ji pêkvejiyana gel û baweriyên cuda re ji dijminahiyê re xizmetê dikin û gotin ku ev gotina ku xizmeta qebûlnekirina civakên dike di heman demê de nîşan didin ku wê di asîmîlasyon, komkujî û qirkirinê de jî israr bikin.

FEDA û DAKB’ê di dewama daxuyaniya xwe ya hevpar de dan zanîn ku ger di nava gel û baweriyên cuda de hiqûqa wekhevbûnê were avakirin, di serî de kesên rayedar divê hemû kes ji ziman û gotinên xwe baldar bin û destnîşankirin ku ew weke FEDA û DAKB’ê gotinên Kûrtûlmûş ên tên wateya qirkirin û tunekirina gel û baweriyên cûda red dikin û bang li Kûrtûlmûş kirin ku tavilê van gotinên xwe paşve bikşîne û ji bo pêkvejiyana gel û baweriyên cuda bixebite.