Komxebat ku berdewamiya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ye ku di 26’ê Nîsanê de li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo yê Rojava hate lidarxistin, ji aliyê Navenda Lêkolînên Firatê ve hate organîzekirin. Beşdarên komxebatê ji ANF’ê re axivîn û destnîşan kirin ku divê yekîtiya Kurdan bê parastin û xurtkirin.
Pêşî Berdevka Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê, bal kişand ser pêwîstiya parastina hebûna gelê Kurd a li dijî polîtîkayên înkarê û rola jinê di pêvajoya avakirina demokratîk de.
Emîne Osê got, "Ev konferans berdewamiya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ye. Gelek kesên ku nekarîn beşdarî konferansê bibin îro li vir derfet dîtin ku nêrînên xwe parve bikin. Yek ji mijarên herî girîng jî hebûna dîrokî ya gelê Kurd li van xakan bû. Li hemberî vê rastiyê divê em li dijî siyaseta înkarê bi hêz derkevin."
Emîne Osê, di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di vê pêvajoyê de û destnîşan kir ku hebûna wan ji bo avakirina statûya Kurd û Sûriyeya demokratîk girîng e.
Endamê Navenda Lêkolînan a Firatê Lezgîn Îbrahîm, jî diyar kir ku di qonaxa heyî de yekîtiya Kurdan destkeftiyeke stratejîk e û got, "Gelê Kurd îro di qonaxeke sereke ya geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn de ye. Armanca me ya konferansê û xebatên îro ew bû ku em li bersiva pirsa ku em dikarin yekîtiya Kurdan çawa xurt bikin. Ji ber ku îro çavê her kesî li Kurdan e. Divê ev yekîtî bê parastin û daxwazên gelê Kurd bi awayekî zelaltir di nav pêkhateyeke Sûriyeyê ya nenavendî û piralî de werin rojevê."
Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Canda Hawil, jî anî ziman ku parastina vê yekîtiyê ji bo Kurd beşdarî Sûriyeya Demokratîk bibin gelekî girîng e û got, "Yekrêzîya Kurdî gaveke bi hêz e ku dikare rê li ber bidestxistina mafên gelê Kurd li her parçeyî veke. Piştî vê pêngavê divê nûnerên Kurd ji bo beşdarîkirina di Sûriyeyeke demokratîk de û di her şert û mercî de vê yekîtîyê biparêzin, xebatên xwe zêde bikin."
Di dawiya komxebatê de, bal hat kişande ser wê yekê ku divê gelê Kurd bi îradeyek xurt û helwestek hevpar beşdarî diyalogê bi rêveberiya Şamê re bibe. Beşdaran, diyar kirin ku ji bo çareseriyeke mayînde û aramiya Sûriyeyê divê gelê Kurd neyê paşguhkirin û destkeftiyên bi dest ketine veguherîne yekîtiyê.