Bexda zextan li Hewlêrê dike

Desteya Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê biryarên nû dan.

Desteya Ewlekariya Niştîmanî ya ku di bin Serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de civiya û ji ber referandûma Herêma Kurdistanê biryarên nû li dijî Hewlêrê dan.

Ofîsa Ragihandina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî têkildarî naveroka civînê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Ji bo herêmên nakok careke din bikevin bin kontrola hikumeta navendî, divê gavên nû werin avêtin. Biryarên tên girtin ne ji bo cezakirina gelê Kurd e, ji bo berjewendiyên wan e. Pêwîste li hemberî van fermanber û karmendên ku di referandûmê de deng bi kar anîne, rêyên yasayî werin vekirin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Desteyê biryar da ku torên telefonan bikevin bin desthilata hikumeta navendî û Bexdayê. Wê Deste daxwazên Iraqê bişopîne, ku daxwaz ji Îran û Iraqê hatibû kirin ku pêwendiyên xwe yên bazirganiyê ligel Herêma Kurdistanê qut bikin. Divê hemû cure danûstandinên bazirganî bikeve bin desthilata hikumeta Iraqê ."