Li Qibrisê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Qibrisê dijîn, komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.
Kurdistaniyên li Qibrisê dijîn, komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.
Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate protestokirin.
Girseya gel ku li Navenda Çanda Kurd a Lîmasolê li hev civiyan û di bin pêşengtiya jinan de meşek li dar xistin. Di meşa ku heta ber avahiya Şaredariyê, posterên Ocalan hatin rakirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Tirkiyeya faşîst’ û ‘Em komployê şermezar dikin’ hatin berzkirin.
Li ser navê girseya gel Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Tanrikûlû daxuyaniya çapemeniyê xwend û got “Em ê komployê tine bikin û Rêbertiya xwe azad bikin. Li Rojhilata Navîn tekane çareserî manîfestoya Rêbertiya me ye.”