Navê kesên li Mûglayê bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, eşkere bû

Nasnameya 7 kesên ku li Mûglayê hatibûn binçavkirin û piştre jî hatibûn binçavkirin, eşkere bû. Derket holê ku kesên hatine binçavkirin bira û pismam in.

Li Mûglayê li herêma Ortaca û Seydîkemerê di 4’ê Cotmehê de bi îddîaya ku ‘endamên PKK’ê ne’ 7 kes hatibûn binçavkirin. Nasnameya van 7 kesan hate eşkerekirin.

Hat diyarkirin ku Gerînendetiya Emniyetê ya Mûglayê telefonî malbatên van kesan kiriye. Navê van kesan ev e, Ekrem Altay, Veysî Şengîl, Îsmaîl Bozdag, Welat Asan, Mehmet Can Yîgîner û Mûstafa Yîgîner û pismamê wan Adnan Yîgîner.

Ev 7 kes hatibûn tazîkirin û li ser medyaya civakî wêneyên wan bi kelepçeya ji paş ve hatibû belavkirin.