Şerê li ser Îdlîbê
DYA û Rûsya du welat in ku di warê Sûriyeyê de divê li hevdu bikin. Berjewendiya herdu dewletan jî petrola li herêmê ye û dixwazin vê petrolê ji xeteke bêyî Tirkiyeyê bibin Ewrûpa û welatên din.
DYA û Rûsya du welat in ku di warê Sûriyeyê de divê li hevdu bikin. Berjewendiya herdu dewletan jî petrola li herêmê ye û dixwazin vê petrolê ji xeteke bêyî Tirkiyeyê bibin Ewrûpa û welatên din.
Şerê li ser Îdlîbê dest pê kir. Erdogan, Rûsya û Îranê salek berê li Moskovayê bi civînan bingeha Astanayê danîbûn û di encama hin peymanan de berê bi navê Mertala Firatê komên çeteyan biribû ser Cerablûs û Babê û niha jî dixwazin berê wan bidin Îdlîbê. Ji bo vê dagirkeriyê bi hin aliyên Nûsrayê li hev kirin. Lê hin beşên Nûsrayê li dijî vê dagirkeriyê ne.
PÊVAJOYA KU BI HELEBÊ HATIBÛ DESTPÊKIRIN
Plana ku Îdlîb ji aliyê artêşa Tirk were dagirkirin, ne planeke kevn e. Ev plan, salek berê bi ya Helebê dest pê kir. Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê ji Helebê hatin vekişandin û bi şertê ku Heleb têkeve bin kontrola rejîm û Rûsyayê planek hate çêkirin. Tirkiyeyê jî ji bo ku Rojava û Bakurê Sûriyeyê nebe yek, plana dagirkirina Cerablûs û Babê kir. Berê di 26’ê Tebaxê de Cerablûs îşgal kir. Piştre jî gelek sivîl qetil kir û dest bi dagirkirina Babê kir. Piştî Babê hedefa wan ev bû ku heta Minbîc û Reqayê dagirkeriyê kûr bikin.Bi hevdîtinên YPG, QSD, Rêveberiya Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê yên bi DYA û Rûsyayê re hesabê Tirkiyeyê yê li ser Minbîcê têk çû. Piştî têkçûna van planên wan xwestin li ser Şehba û Efrînê hin tiştan bikin. Li Şehbayê li gelek cihan baregehên leşkerî ava kirin. Bi destpêkirina operasyona Reqayê re, hêza xwe li ser xeta Kilîs û Islahiyeyê zêde kirin û ji bo dagirkirina Efrîn û Şehbayê dest bi amadekariyan kirin. Bi helwesta Kurdan û Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya li dijî Rûsyayê jî vê plana wan cihê xwe negirt.
KOMÊN KU KOM KIRIBÛN, DI DESTÊ WAN DE TEQIYA
Tirkiye ji ser Helebê wê bi Rûsya û rejîmê re berê Cerablûs, Bab û piştre jî Minbîc û Reqayê bistîne û teslîm bike, komên bi navê Ahrar –û Şam, Partiya Îslam a Turkistanê, Feyleq El Şam, Artêşa Mucahîtan, Ehrar Şarkiye, Fîrket El Hemze, Cephet El Şamiye, Alaya 46’emîn, Cewad Ebû Heteb, Tabûra Ibîn Teymiyê, Hêza 23’emîn û gelek komên din berhev kir û ev kom li derdora Cerablûs, Bab û Ezazê bi cih kir. Komên ku ji Helebê kişandibû jî li Îdlîbê kom kir. Lê kêşeyek hebû. Îdlîb di destê Tahîr uş Şam el Kaîdeyê de bû. Ehrar Şam çiqasî li Îdlîbê hebe jî piraniya Îdlîbê di destê Nûsrayê de ye. Ev komên ku Tirkiyeyê ew kom kiribûn, piştî têkçûna planên Minbîc û Reqayê di destê wê de teqiya. Hin koman xwe spartin rejîmê. Hin kom parçe bûn û bi Ceyş El Suwar û Cephet El Ekrad re bûn yek. Tirkiyeyê yan divê ji van koman re cih vekira yan jî ev kom wê xwe bera nav Tirkiyeyê bidan û ew ê li serê Tirkiyeyê bibûna bela. Tirkiyeyê jî ji bo ku xwe ji van koman safî bike, bi Rûsya û Îranê re koalîsyonek ava kir. Di encama vê koalîsyonê de li Astanayê civîn hatin destpêkirin. Hedefa Rûsyayê ev bû ku van koman terorîst îlan bike û wan ji axa Sûriyeyê derxîne. Îranê jî hesabê xwe kir da ku bi welatên din werin pêşberî hev. Tirkiye jî ji bo ku pêşiya pêşveçûnên Federasyona Bakurê Sûriyeyê bigire, ji Cerablûs û Babê dernekeve dixwaze gaveke din bi pêş ve biavêje. Dixwaze ji van koman re qadekê ava bike.
GELO PIŞTÎ ÎDLÎBÊ EFRÎN E…
Yek ji hesabê Tirkiyeyê yê li ser Îdlîbê jî planên li ser Efrîn û Şehbayê ye. Tirkiye difikire ku heke berê xwe bide Efrîn û Şehbayê wê destûrê ji Rûsya û Îranê bistîne. Lê dema ku ev gav avêt, rastî helwesteke tund a DYA’yê hat. Di roja pêşîn a dagirkeriyê de DYA’yê serîlêdanên vîzeyê yên ji Tirkiyeyê da sekinandin. DYA’yê vîzeyên ji Îran, Lîbya, Sûriye, Yemen, beşeke Belarûs û Kamboçyayê daye sekinandin. Tirkiye jî li van dewletan zêde bû.
DYA û Rûsya têkildarî Sûriyeyê divê li hev du bikin. Berjewendiya herdu dewletan jî petrola li herêmê ye û dixwazin vê petrolê ji xeteke bêyî Tirkiyeyê bibin Ewrûpa û welatên din. Rûsyayê xetên Lazkiye, Tartûs, Cisir Şûgûrê girtiye. Bi stendina Îdlîbê re wê li hemberî DYA’yê xurttir be. Ji ber vê jî Rûsya ji dêvila ku ew li Îdlîbê şer bike, Tirkiyeyê dixe şer. Lê ji bo çi tê kirin, hê baş ne diyar e. Dibe ku piştî Îdlîbê êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê werin kirin. Heke êrîşên leşkerî nebin jî, Tirkiye wê dora Efrîn û Şehbayê bigire û ambargoyê bike. Lê di rewşeke wisa de wê Rûsya û rejîm li hemberî Kurdan û gelên Bakurê Sûriyeyê şer bikin.
DIBE KU LI ÎDLÎBÊ ŞERÊN BI ŞÎDDET Û LI TIRKIYEYÊ TEQÎN PÊK WERIN
Piştî ku planên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn û Şehbayê pêk nehat, hêzên xwe bir aliyê Reyhanli û Antakyayê. Di meheke dawîn de jî bi Nûsrayê re hevdîtinan dike. Beşeke Nûsrayê û Tirkiyeyê li hev kirin. Lê Mûhammed Colanî û yên derdora wî li dijî vê dagirkeriyê derdikevin. Rusya di 3’ê Cotmehê de bi balefirên şer Îdlîb bomberdûman kir. Hat diyarkirin ku 12 fermandarên qadê yên Nûsrayê û 50 parêzvanan wan hatin kuştin û Colanî jî bi giranî birîndar bûye.
Colanî û koma wî bi Tirkiyeyê re li hev nakin. Ev jî diyar dike heke Tirkiye li Îdlîbê bi pêş ve biçe wê şerên giran pêk werin û li dijî Tirkiyeyê wê berxwedanên mezin pêk were û dibe ku Nûsra li nav Tirkiyeyê çalakiyan li dar bixe. Tê zanîn ku rêxistîbûna Nûsrayê ya li Tirkiyeyê ji rêxistinên Sûriyeyê gelekî xurttir e. Ji ber vê jî wê ne şaş be ku mirov bibêje rojên reş li pêşiya Tirkiyeyê ye.