ROJANE
Hemû Nûçe
-
ÎRA: Di şopa heqîqetê de em ê doza rojnamegeran bişopînin
Însîyatîva Rojnamegerên Azad (ÎRA) ji bo Dilîşan Îbîş, Nûçegihana Ajansa Nûçeya Hawarê (ANHA) ku 13’ê Cotmehê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû peyama serxasiyê da. -
YPG hişyariya Efrînê da Tirkiyê: Gavekê jî nikarî nêz bibî
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo hişyarî da dewleta Tirk û çeteyên wê: Hûn gavekê jî nikarin nêzî Efrînê bibin. YPG, YPJ, Ceyş el Siwar û Kurd wê derseke dîrokî bidin we! -
HDP’ê li rûniştinên MPKE’yê gelek hevdîtin kirin
Di dema rûniştina Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) de ku îro li Straboûrgê wê bi dawî bibe parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek hevdîtin pêk anîn. -
Li Freîbûrgê ji bo azadiya Ocalan meş
Li bajarê Freîbûrgê yê Elmayayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meş hate kirin. -
Ji rêxistina sûc ber bi Alîkariya Serokê MHP’ê yê Bajêr
Cîhan Kayalp ê ku ji gendelî, navbeynkariya fihûşê, diziya berhemên dîrokê bi tevahî ji 26 sûcên cuda tê darizandin niha jî anîn ser Alîkariya Serokê MHP’ê yê Bajêr. -
Yolerî: Hêviya Selahattîn Demîrtaş bi gel re ye
Seroka Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê parêzer GulserekYolerî li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê seriyek da Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahatîn Demîrtaş. Yolerî got tendirûstî û moralê Demîrtaş pir baş e. -
Rojeva Rojê
13'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan li Viyanayê ye
‘Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan’ li Viyanayê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin. -
Kartal: Ocalan nirxê netewî ye, divê ji bo azadiyê wî têkoşîn bê kirin
Di rêze komxebatên KNK’ê yên dayî destpê kirin de, li Dîasporayê dewam dike. Hevserokê KONGA GEL Remzî Kartal ê di vê beşê de axivî got, Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan nirxeke netewî ye û divê li çar parçeyan ji bo azadiya wî têkoşîn bê kirin. -
Komxebata Kurd a li Dîasporayê: Divê li dijî êrîşan bibîn yek
Komxebata ji derveyî PDK’ê ya bi tevlîbûna partî, rêxistin, nûnerên sazî û dezgeh û kesayên berniyas ku ji çar parçeyên Kurdistanê amadebûn hate lidarxistin, peyama divê li dijî êrîşan Kurd hemû bibin yek hate dayîn. -
Çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' bi daxuyaniya çapemeniyê qediya
Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê, ku ji bo azadiya Ocalan roja Duşemê dest pê kir, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qediya. Di daxuyaniyê de hat gotin, çalakiyên ji bo azadiya Ocalan wê dewam bikin. -
'Êrîşkarên Pirtûkxaneya Umutê serbest in, HDP’yî girtî ne’
Parlamenterê HDP’ê Nîhat Akdogan ji bo ku leşkerên ku lîsteya mirinê hazir kirin û êrîş bi ser Pirtûkxaneya Umutê de birin hatin berdan helwest nîşan da û got, ‘’Yek ji wan mînakên zelal e bê ka AKP dixwaze welêt ber bi kû ve bibe.’’ -
Li bajarê Offenbachê ji bo Ocalan kon hate vedan
Li bajarê Offenbach ê Elmanayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan didomin. Kurdan çalakiya konvedanê ya ku wê li her deverê werin kirin dane destpêkirin. -
NCDK-Swîsreyê ji bo otobusa 'Azadî ji Ocalan re' bang kir
Otobusa ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re" li bajarên Ewropayê digere, wê 2 rojan li Swîsreyê be. NCDK-Swîsreyê bang li Kurdistaniyên li Swîsreyê kir, ku bi heybetî otobusê pêşwazî bikin. -
MPKE ji Enqerê re got: Parlamenterên girtî demildest berdin
Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê xwest ku parlamenterên HDP’ê di cih de bên berdan. -
Peymana Nûsra û Tirkiyeyê ya li ser Efrînê!
Diyar bû ku di peymana dewleta Tirk û Nûsra de, dewleta Tirk gotiye, 'hedefa me ne hûn in, em bi dorpêçkirina Efrînê dixwazin we ji QSD'ê biparêzin ku piştî Reqayê dixwazin bi pêş ve biçin." -
Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbol, Edene, Dîlok, Enqere, Şirnex û Rihayê, di serdegirtina malan de 34 kes hatin binçavkirin. -
Li Bernê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
Li standa ku li Bernê hate danîn, bal hate kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. -
Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya KE wê îro bi mîtîngê biqede
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) tê lidarxistin, çar roj li pey xwe hişt. Çalakî wê îro saet di 13:00 de bi mîtîngeke girseyî biqede. -
Perwerdeya ku rejîma Erdogan li Elmanyayê dide, wê bidome!
Li dibistanên gelek eyaletan, konsolosxaneyên Tirk dersên bi Tirkî organîze dikin û di van dersan de propaganda neteweperestiya Tirk û rejîma Erdogan tê kirin. Rêveberiya Elmanya jî vê yekê ji nedîtî ve tê. -
Merkel wê tekildarî Tirkiyeyê li Brukselê zextê bike!
Li Civîna Bilind a Lîderên Yekîtiya Ewropayê, ku wê di navbera 19-20'ê Cotmehê de li Brukselê bê lidarxistin, tê gotin ku Merkel wê têkildarî Tirkiyeyê zextê li welatên endam bike. -
Rojeva Rojê
12'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Ji bo mîtînga ji Ocalan re azadî ya sibe li Strasboûrgê bê lidarxistin bang
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan li pêşiya Konseya Ewropa (KE) li Strasboûrgê hatiye lidarxistin bi hemû coşa xwe dewam dike. Komîteya çalakiyê ji bo mîtînga sibe bê lidarxistin banga tevlîbûna girseyî kir. -
Rayedarên Rojava ji Konseya Ewropayê panel dan
Wezîrê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer û heyeta bi wî re, li Konseya Ewropayê têkildarî pêşveçûnên li Bakurê Sûriyeyê panelek dan. -
HDP’ê li Mûglayê lêkolîn kir: Me li wir sûcê mirovayetiyê dît!
Têkildarî înfaz û êşkenceya li Mûglayê parlementerên HDP’ê Erol Dora û Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li wê derê sûcê mirovayetiyê hatiye kirin û jendirmeyan wêneyê vê êşkenceyê weşandine.