Bayik: Xizmet û nirxên Mam Celal wê ti carî neyên jibîrkirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bal kişand ser rola Mam Celal di guhertina siyaset û civaka Kurd de û destnîşan kir ku wê bi pêkanîna yekîtiya neteweyî, daxwaz û hesreta Mam Celal bi cih bînin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji Kurdsat Newsê re axivî û ji malbata Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Bayik, işaret bi rola Mam Celal li siyaseta gelemperiya herêmê kir û anî ziman, ku wî di tevahiya emrê xwe de xizmet ji gelê Kurdistanê û gelên herêmê re kiriye.

Bayik bal kişand ser rola Mam Celal û Îbrahîm Ahmed a di guhertina siyaset û civaka Başûrê Kurdistanê de û bi bîr xist, ku li herêma siyaseta Mam Celal û Îbrahîm Ahmed lê serdest e, rewşenbîrî bi pêş ketiye.

Axaftina Bayik a bi wesîleya wefata Mam Celal ji Kurdsat Newsê re kir, wiha ye:

"Ez ji bo malbata Mam Celal, ji bo yekîtî, ji bo dostên Mam Celal û tevahî gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Bi rastî Mam Celal di qonaxeke nebaş de nexweş ket û paşê jî wefat kir. Ji ber ku rola Mam Celal ne tenê ji bo yekîtî, ji bo Başûrê Kurdistanê girîng bû. Ji bo tevahiya tevgera Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn girîng bû. Mam Celal roleke dîrokî pêk dianî. Eger nexweş neketibûya û piştre wefat nekiribûya, Mam Celal ew pirsgirêka ku îro li tevahiya Iraqê di navbera hikumeta navendî û herêmê de rû daye, wê karîbûya çareser bikira.

MAM CELAL EMRÊ XWE XIST XIZMETA GELÊ XWE; DIVÊ HER KES JI XWE RE MÎNAK BIGIRE

Eger li Başûrê Kurdistanê gelê me hinek destketî bi dest xistiye, rola Mam Celal di vir de diyar e, girîng e. Mam Celal hê di ciwantiya xwe de dest bi kar kir û heta ku wefat kir ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn karekî girîng û dîrokî pêk anî. Eger mirov di emrekî ciwantî de dest bi xebatên gelê Kurdistanê bike û heta wefatê jî dewam bike, divê hemû mirovên Kurd vê yekê ji bo xwe mînak werbigire. Îro li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Li dijî vê siyasetê, ku mirov weke Mam Celal cih girt û tevahiya emrê xwe xist xizmeta gelê xwe, gelên herêmê, demokrasî û azadiyê, mirov dikare pêşî li wê siyaset bigirin. Mam Celal emrekî tijî derbas kir. Di vî emrê xwe de gelekî xebitî, gelek pêngav bi ser xist. Bi gelê Kurdistanê re mezin da qezençkirin. Lewma wefata Mam Cela ji bo gelê Kurd bû windahiyeke mezin. Weke ku tê xwestin, lazim e her kes vê windahiyê tijî bike û nehêle ku ew keda Mam Celal vala derkeve. Ji me hemûyan tê xwestin, ku em Mam Celal Mezin bidin jiyîn. 

MAM CELAL Û ÎBRAHÎM AHMED XWESTIN DI SIYASETA KURD DE GUHETINÊ ÇÊBIKIN, RÊYEKE NÛ VEKIN

Di siyaseta gelê Kurd de cihekî taybet ê Mam Celal û Birêz Îbrahîm Ahmed heye. Ji ber ku derketina wan ji nava PDK'ê, ji bo siyaseteke demokratîk, azadî, siyaseteke nû, bi rengê sosyalîzmê xwestin bi pêş bixînin. Vê yekê di nava tevgera siyasî ya Kurd de pelekî nû vekir. Xuya ye, Mam Celal û Birêz Îbrahîm Ahmed ji bo gelê Kurd, xwestin rêyeke nû biafirînin. Dixwestin di siyasetê de guhertinekê çêbikin. Eger îro li Kurdistanê siyaseta demokratîk, azadî, siyaseteke nû bi pêş ketiye, divê mirov rola Mam Celal û Îbrahîm Ahmed baş bibîne. Li ser wê bingehê, Rêber Apo siyaseta demokratîk û azadiyê bi pêş xist û gihand qonaxekê. 

SIYASETA MAM CELAL Û ÎBRAHÎM AHMED RÊ LI BER REWŞENBÎRIYÊ VEKIR

Ji ber ku Mam Celal û Îbrahîm Ahmed di siyaseta Kurd de pelekî nû vekirin, li herêma ku siyaseta Mam Celal lê serdest e, rewşenbîr, rewşenbîrî afirî. Jinên Kurd jî di nava civaka Kurd de cihekî girîng girt. Di vir de lazim e mirov rola Mam Celal, rola Hêroxan fêhm bikin û bibînin. Eger îro jinên Kurd destanan dinivîsînin, lazim e mirov di vir de bingeha ku Mam Celal daniye, baş bibîne.

SIYASETA NETEWEYÎ JI BO XWE ESAS DIGIRT

Mam Celal ne tenê ji bo Yekîtî ji bo Başûrê Kurdistanê kar kir. Ji bo tevahiya beşên Kurdistanê xebitî. Timî jî digot, 'Misir ji bo Ereban çi ye, Bakurê Kurdistanê jî ji bo Kurdan ew e'.  Timî siyaseta neteweyî ji bo xwe esas digirt. Xwest, wê siyaseta teng a li Başûr dihate meşandin bişikîne û siyaseteke neteweyî biafirîne. Ji ber vê yekê, derketina Rêber Apo û PKK'ê, wateya vê derketinê ji bo gelê Kurd baş fêhm kir. Lewma timî bi Rêber Apo û PKK'ê re têkilî danî. Di nava tevgera Kurd de têkiliyeke taybet li ser vî esasî afirand.

DI ŞEXSÊ RÊBER APO Û MAM CELAL DE YEKÎTÎ AFIRÎ

Di şexsê Rêber Apo û Mam Celal de yekîtiya partiyan, yekîtiya neteweyî derkete holê. Em li ser vê bingehê timî nêzîkî Mam Celal, nêzîkî YNK'ê bûn. Ji niha û pê ve jî em ê vê siyasetê ji bo xwe esas bigirin. Ez dikarim vê yekê ji bo her kesî careke din dubare bikim.

JI BO PÊŞÎ LI NÎJADPERESTIYÊ BIGIRE, BI BALDARÎ TEVDIGERIYA

Mam Celal dizanîbû ku di nava dewletên Rojhilata Navîn de nîjadperestî xurt e. Bi taybetî dizanîbû ku li nava dewletên li Kurdistanê dagirker in, ev fikir xurt e. Ji bo ku nîjadperestî xurt nebe, timî bi baldarî tevgeriya, ku çawa dikare nîjadperestiyê qels bike, çawa li wan deveran siyaseta demokratîk xurt bike. Ku bikaribe li Kurdistanê siyaseta demokratîk, azadiyê bi pêş bixîne û encamê werbigire. Ev gelekî girîng e. Eger mirov li van dewletan siyaseta demokratîk bi pêş nexîne, demokrasiyê esas wernegirin mirov nikarin li Kurdistanê azadiyê biafirînin. Ji ber vê yekê, Mam Celal xwest di navbera wan dewletan û gelê Kurd de li ser esasê demokratîkbûnê-azadiyê tewazûnekê bi pêş bixîne.

JI BO PÊŞKETINA KURDISTAN Û IRAQÊ GELEKÎ HEWL DA

Çawa ku di xistina Saddam de roleke mezin lîst û piştre jî bû Serokkomarê Iraqê, hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo gelê Iraqê û herêmê roleke mezin pêk anî. Tewazûnek di navbera Iraqê û herêmê de çêkir. Di vir de xwest, ku hem Iraq, hem jî Kurdistan bi pêş bikeve û Iraq û Kurdistan bibin mînakek ji bo Rojhilata Navîn. Li ser vî esasî gelek gav avêt.

XIZMETEKE MEZIN JI BO GELÊ KURDISTANÊ Û GELÊN HERÊMÊ KIR

Girîngiya tevgera Rêber Apo ji bo gelê Kurd, girîngiya kadro û fedayitiya tevgera azadiyê ji bo gelê Kurd baş fêhm kir. Li ser bingeha neteweyî, demokrasî û azadiya gelê Kurd her tim têkilî bi Rêber Apo û tevgera azadiyê re danî. Û xwest vê siyasetê bixe xizmeta Rojhilata Navîn. Di van pêngavan de Mam Celal roleke girîng pêk anî. Timî xwest pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî çareser bibe, ne ku bi şer çareser bibe. Emrê xwe li ser vî esasî derbas kir. Xizmeteke mezin ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên herêmê kir. Ti carî, ew xizmeta ku kiriye, ew nirxê ku ava kiriye wê neyê jibîrkirin. 

EM Ê TIMÎ TÊBIKOŞIN Û DAXWAZÊN MAM CELAL PÊK BÎNIN

Li ser vê bingehê, em ê timî têbikoşin û daxwazên Mam Celal pêk bînin. Ez dibêjin; ew karê ku kiriye ti carî nayê jibîrkirin. Gelê Kurd wê li ser vê esasê têbikoşe û encamê werbigire. Eger îro yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan hatiye rojevê, di vir de rola Mam Celal girîng e. Li ser vî esasî divê em yekîtiya neteweyî biafirînin. Bingeha demokratîkbûnê ya ku wî di siyaseta Kurd de danî, lazim e bê xurtkirin. Eger em vê bikin, em ê daxwaziyên Mam Celal, daxwaziyên gelê Kurd pêk bînin. Ji ber vê yekê ez dibêjim; Mam Celal dijî û wê her tim bijî. Ya ku ji me tê xwestin, ew e ku em Mam Celal hê bi xurtî bidin jiyîn. Em li ser vî esasî dimeşin, em ê Mam Celal mezin bidin jiyankirin."