ROJANE
Hemû Nûçe
-
Wekîlê berê Zenderlîoglû hate berdan
Parlementerê HDP’ê yê berê Husamettîn Zenderlîgolû yê ku li Balafirgeha Ataturk hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan. -
Li Konseya Ewropayê ji bo qirkirina Êzidiyan banga tehqîqatê
Li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ji bo qirkirina Êzidiyan banga tehqîqatê hate kirin. AKP’yî beşdarî dengdanê nebûn. Di civînê de bal hat kişandin ku PKK, YPG û YPJ’ê rê li ber kuştina Êzidiyan girtiye. -
Ji bo rojnamevan Çaksû û Eplî ceza
Ji bo Rojnamevan Ersîn Çaksû û Midûrê Karê Nivîsê Harûn Epîl 5 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. -
Kurkçu: AKP Rewşa Awarte ji xwe re dike hincet
Ertûgrûl Kurkçu yê ku di Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê de nûnertiya HDP’ê dike bal kişand ser vî tiştî ku AKP Rewşa Awarte ji xwe re dike hincet. -
Li Stenbolê girtin, li Êlihê binçavkirin
Li Stenbolê 11 kesên beriya niha bi 14 rojan hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Li Êlihê jî Serokwekîla berê ya Şaredariya Êlihê Hurriyet Kaytar hate binçavkirin. -
Parlamenterê berê yê HDP'yî hate binçavkirin
Parlamenterê berê yê HDP'yî yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hate binçavkirin. -
HRW'ê rapora xwe ya li ser êşkenceya li Tirkiyeyê eşkere kir
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch - HRW), rapora xwe ya bi navê "Li binê çavan: Li Tirkiyeyê êşkenceya bi destê polîsan tê kirin û revandina mirovan" ku ji 43 rûpelan pêk tê, eşkere kir. -
Hêviya dawî ya AKP’ê: SÎHA
Dewleta Tirk ku li pêşberî gerîla bi teknîka pêşketî ya mîna helîkoptêrên Kobra, tang, balafirên şer, fûzeyê ti encam bi dest ve neanî vê carê jî hêviya xwe bi SÎHA’yan ve girê da. -
Rêxistina Efûyê bang li Tirkiyeyê kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Tirkiyeyê kir, ku parêzvanên mafên mirovan ên sed roj in girtî ne, berde. -
Serî li ber gefxwarin, şantaj û heqaretan nayê tewandin
Bi wî kesê ku ev qas heqaret kirî û ev qasî gefxwarî re weke ku tiştek neqewimî be, nabe ku mirov peywendiyan bi pêş bixe. Li dijî vê zêhniyet, gotar û helwest tişta ku divê bê kirin, guhertina siyaseta beriya niha ye. -
KNK'ê ji bo Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê bang kir
KNK'ê ji bo Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê, ku wê di 13-15'ê Cotmehê de organîze bike, banga tevlîbûnê kir. -
Elmanya cesaretê dide tîmên operasyonê
Siyasetmedarên Kurd ên ku ajanê MÎT'ê Fatîh Sayan der barê wan de plana sûîqestê dikir, nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê ya berdana bi şert dan. -
Aydar: Li dijî bloka dij bi Kurd, divê Kurd bibin yek
Endamê Konseya KNK'ê Zubeyîr Aydar got, li dijî bloka dij bi Kurd a ku Tirkiye serkêşiyê jê re dike, divê Kurd bibin yek. -
Rojeva Rojê
11'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Çalakiya nobedê ya ji Ocalan re azadî 3 roj li pey xwe hişt
Çalakiya rûniştinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî ku li Strasboûrgê li pêşiya avahiya PE’yê hate lidarxistin, 3 roj li pey xwe hişt. -
‘Eger Ocalan nebûya DAIŞ têk nediçû’
Rêveberên Xweser ên Rojava ku çûn serdana çalakiya Rûniştinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Strasboûrgê hate lidarxistin, destnîşan kirin ku ji bo têkoşîna bi çetan û jiyanek hevpar divê Ocalan bê azadkirin. -
Pirtûkxaneya Ocalan gihişt Salzbûrgê
Pîrtûkxaneya Ocalan piştî Fransayê, gihişt Elmanya û piştre gihişt Avûstûrya. Pirtûkxaneya Ocalan di tûra roja sêyemîn de li Salzbûrgê ye. -
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê didome
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewrûpayê hatibû destpêkirin kete roja sêyemîn û bi tevlêbûna ji welatên cihê didome. -
Li Bexdayê biryara girtina komîsyona referandûmê hate dayîn
Dadgeha Federal a Iraqê îro têkildarî referandûma di 25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê hatibû kirin, hin biryar da. -
Li Montperllîerê ‘Çalakiya Edaletê’
Li bajarê Fransa Montperllîerê, lêgerîna edaletê ya ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku her roja Çarşemê didome, vê hefteyê jî berdewam kir. -
Bexda bi hinceta ‘Walî nîn e’ budçeyê ji ser Kerkûkê dibire!
Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi hinceta ku meqamê walî yê Kerkûkê ‘vala’ ye, ku beriya niha Bexdayê ji kar wergirtibû, wê qutkirina bûdçeyê ya li ser Kerkûkê gotûbêj bike. -
Swîsreyê têkildarî Ocalan bersiv da Tirkiyeyê: Azadiya îfadeyê ye
Posterê 'Azadî ji Ocalan re', ku li bîllboardên mezin ên li stasyona trenê ya Bernê hatin nîşandan, dewleta Tirk aciz kir. Sefaretxaneya Bilind xwest poster bê rakirin. Rayedarên Swîsreyê jî gotin 'azadiya îfadeyê ye' û ev daxwaz red kir. -
Li Parlamenta Îranê civîna li ser referandûmê
Parlamenta Îranê, li ser referandûma 25'ê Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê hate kirin, li hev civiya. -
Çalakgeran bang li Ewropayê kirin: Bes cotstandartiyê bike
Çalakgeran diyar kirin, ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê bi erk û berpirsyariya xwe rabin. -
Di roja 2. a çalakiya rûniştinê de gelek hevdîtin hatin kirin
Di roja duyemîn a çalakiya rûniştinê de, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, bi gelek rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtin hatin kirin.