Komploya 9'ê Cotmehê li Rûsyayê hate şermezarkirin

Li Rûsyayê, komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, hat şermezarkirin. Sekreterê Giştî yê yNK'ê Celal Talabanî jî hate bîranîn.

Li bajarên Moskowa û Saratov ên Federasyona Rûsyayê, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, di salvegera 19'a de hate şermezarkirin. Di çalakiyan de, Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî hatin bîranîn.

MOSKOWA

Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, bi pêşengiya Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurd li Navenda Çanda Kurd li hev civiyan. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Mam Celal û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Li gel nûnerên saziyên Kurdan ên li Moskowayê, nûnerê YNK'ê yê li Moskowayê Şexawan Herkî, Nûnerê Kantonên Rojava yê li Moskowayê Rodî Osman û Nûnerê KNK'ê yê Rûsyayê Salahattîn Soro tevlî civîna bîranînê bûn.

Di civînê de, hemû dewletên ku cihê xwe di komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de girtine hatin şermezarkirin û tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin.

Beşdarên civînê, Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî bi bîr anîn.

SARATOV

Kurdistaniyên li navçeyên Dergeçiye û Erşov ên bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, komploya 9'ê Cotmehê bi çalakiyan şermezar kirin.

Kurdistaniyên li ber avahiya çanda Kurda a li Dergeçiyeyê li hev civiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û komploya navneteweyî şermezar kirin. Endamê Meclîsa Gel a Saratovê Velît Şaban li vir axivî û got, "Hêzên komploger li pêşberî tecrîda giran a li Îmraliyê bêdeng in. Komploger dîsa li pey lîstikeke qirêj in. Divê gelê me pêşî li vê lîstika qirêj bigire û xwedî li Rêberê xwe derkeve."

Li navçeya Erşovê jî, Kurdistaniyan komploya 9'ê Cotmehê bi civînekê şermezar kirin. Civîn li avahiya Otonomiya Çanda Kurd pêk hat û Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Endamê Rêveberiya Otonomiya Çanda Kurd Mûrat Şêxo li vir peyivî û got, "Komploya 9'ê Cotmehê di dîroka Kurdistanê de deqeke reş û tarî ye. Gelê Kurd çiqasî xwedî li rêberê xwe derkeve, wê xwe ji vê deqê rizgar bike. Pêwîste gelê Kurd li her cihê lê ye xwedî li Rêberê xwe derkeve û li dijî tecrîda şidandî têbikoşe."