Li Nûrnbergê ji bo Qamişlo yê YPG’yî konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo Heqî Qamişlo yê ku di pêngava Bagera Firatê de şehîd bûbû, li Nûrnbergê konê sersaxiyê hate danîn.
Ji bo Heqî Qamişlo yê ku di pêngava Bagera Firatê de şehîd bûbû, li Nûrnbergê konê sersaxiyê hate danîn.
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, li Mala Gel a Medyayê ji bo Şêrwan Mihemed (Heqî Qamişlo) ku di pêngava Bagera Cizirê de şehîd bûbû, konê sersaxiyê hate danîn.
Konê sersaxiyê yê ku di bin pêşengtiya Meclîsa Gel a Nûrnberg û nûnerên PYD’ê yên Nûrnbergê ve hatî danîn bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Xizmên şehîd Heqî Qamişlo û welatparêzên Kurdistanê beşdarî taziyeyê bûn.
Piştî rêzgirtinê, ji bo bibîranîna şehîdan, xizmên Qamişlo axivîn. Xizmên Qamişlo bi bîr xistin ku ji heman malbatê 4 şehîd hene û wiha gotin; “Şervanên YPG’ê ji bo azadiya gelê me, xaka me têdikoşin. Ev şehîdên me nemir in, wê her tim di nava dilê gel de bijîn. Divê em ji bîr nekin ku kêfxweşiya rast encax bi jiyaneke azad a li ser axa xwe dikare pêk were.”