Girtî ji ber êşkenceyê ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ne

3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê êşkence li wan hate kirin, ev 10 roj in di reva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.

Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê, girtiyên bi navê Mehmet Sînan Ayçîçek, Cemal Mûhammed û Agîd Adsoy ên li heman qewîşê dimînin, ji ber êrîşên fîzîkî û şert û mercên giran, ji 27'ê Îlonê û vir ve di greva birçîbûnê ya bê dem bê dorveger de ne.

Birayê Mehmet Sînan Ayçîçek Mazlûm Ayçîçek anî ziman, ku gardiyanan êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li kekê wî û hevalên wî yên li heman qewîşê kirine û diyar kir, ku girtî ji ber vê yekê ketine greva birçîbûnê. Mazlûm Ayçîçek da zanîn, ku kekê wî di dema axaftina bi telefonê ya heftane de, kêm jî be ji wan re qala êşkenceyê kiriye û got, li girtîgehê bi rengekî normal nêzî sûcdarên adîl dib,e, lê bi awayekî ne normal li siyasî dinerin.

Ayçîçek ragihand ku wan serî li şaxê Dîlokê yê ÎHD'ê dane.