MLKP/Kurdistan: Ligel komployê, doza azadiyê mezin bû

MLKP/Kurdistanê, komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û destnîşan kir, ku ligel komployê têkoşîna azadiyê mezin bû. Di daxuyaniyê de li dijî tecrîda li ser Ocalan banga çalakiyan hate kirin.

MLKP/Kurdistan, bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku komplo bi ser neketiye û hat gotin, "Gelê me û Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû komployên navxweyî û derve tevizandine û doza azadiyê her mezin bûye."

MLKP/Kurdistan diyar kir, ku komplogeran îro jî dest ji armancên xwe yên li dijî gelê Kurd bernedane û bal kişand ser êrîşên qirker, hevkariya bi DAIŞ'ê re û helwesta rûmetşikandinê ya li dijî Başûrê Kurdistanê.

'EM BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"Li dijî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, divê gelê me û dostên gelê me li çar aliyan bikevin nava liv û tevgerê û hem ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan, hem jî azadiya neteweya Kurd têkoşînê mezin bikin. Azadiya Ocalan û neteweya Kurd, weke ku li Rojava tê dîtin, derba herî mezin e ku li paşverûtî û dîktatoriyên mêtinger ên faşîst ên li herêmê tê xistin."

Di dawiya daxuyaniyê de hemû hêzên komploger hate şermezarkirin û bang li gel hate kirin, ku bi daxwaza "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" dakeve qadan.