Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê tên destpêkirin
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tên destpêkirin.
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tên destpêkirin.
Bi beşdariya gelek sazî û kesên navneteweyî û bi banga Înîsîyatîfa Azadiya Ocalan îro gelek kes li Strasboûrgê kom bûn. Nêzî hezar kesî beşdarî çalakiyê bûn û pankartên ji bo azadiya Ocalan li qadê hatin hildan.
Ji xeynî Elmanyayê ji Fransayê jî gelek welatparêzên Kurd beşdarî çalakiyê bûn.
Di çarçoveya kampanyayê de otobusa Pirtûkxaneya Azadiya Ocalan wê 33 rojan li Ewrûpayê bigere.
Bi beşdariya endamên KCDK-E û TJK-E’yê wê 5 rojan çalakiya rûniştinê were lidarxistin.
Girse piştî daxuyaniya çapemeniyê wê li pêşiya Walîtiya Strasboûrgê kom bibin û biçin ba otobusa çalakiyê ya ku 33 rojan ji bo azadiya Ocalan li bajarên Ewrûpayê bigere.