Otobusa ji bo azadiya Ocalan ji Strasboûrgê bi rê ket

Bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan û girtiyên siyasî re azadî’ otobusa ku wê li bajarên Ewropayê bigere, îro ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rê ket.

Otobusa ku bi şîara ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehê re azadî derket kete rê, bi armanca belavkirina ramanên Ocalan wê li 33 bajarên Ewropayê bigere.

Otobus îro li navenda bajarê Strasboûrg ê Fransa û li pêşiya Konseya Ewropayê bi mîtîngehê hat pêşwazî kirin, bi dehan kesên di nava otobusê de bi dirûşmeyan hatin bi rêkirin.

Otobusa ku bi posterên Rêberê Gelê Kurd û alên kesk, zor zer hatî xemilandin, nîvîsa ku ‘Ji bo hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re azadî’ bi zimanê Îngilîzî cih digre.

Li hemû bajarên ku otobus biçeyê wê projeyên jiyana hevpar a azad ên bi nêrînên Ocalan werin nîşandan.

Li herêma ku otobus hatî birêkirin, li beramberî avahiya Konseya Ewropa çalakiya rûniştinê ya nûnerên KCDK-E û TJK-E û bi dehan kes tevlî bûyîn, wê heta 13’ê Cotmehê berdewam bike.