Komploya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin, 19 salan li pey xwe dihêle û dikeve sala 20’an. Di van 20 salan de buyerên gelek girîng û dîrokî qewimîn, hema bibêje dîrokeke nû hat nivîsandin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê çend qonaxên girîng û krîtîk derbas kirin. Serketinên gelek mezin hatin bidestxistin. Têkoşîna Kurdan niha jî di qonaxeke girîng de ye û birêz Ocalan hê jî li zindanê ye.
Bi çend gotinan dixwazim balê bikşînim ser destpêkirina komployê û dewamkirina wê ya roja îro…
Ev bêbextiya ku di şexsê birêz Ocalan de li Kurdan kirin, sala 1996’an dest pê dike. Dewleta Tirk hertim li hemberî Ocalan di nava plan û êrişan de bû. Lê 6’ê Gulana 1996’an keysa xwe lê anîn û li Şamê, li cihê ku difikirîn Ocalan lê ye, bombe teqandin. Ocalan ne li cihê buyerê bû, û êriş hat pûçkirin.
Piştî vê yekê, di destpêka sala 1997’an de bi rêya rêveberên PKK’ê yên li zindanên Tirkiyeyê xeber ji Ocalan re şandin û gotin, ‘em dixwazin bi rêyên siyasî pirsgirêka Kurd çareser bikin.’ Hevdîtinên rêveberên PKK û rayedarên dewleta Tirk 1997’an dest pê kirin û heta 1998’an dewam kirin. Rêveberên PKK’ê naveroka hemû hevdîtinan ji Ocalan re radigihand. Di çarçoveya van hevdîtinan de li Holande jî dîsa rayedarên PKK´ê û rayedarên artêşa Tirk civiyan. Ji PKK’ê agirbest dihat xwestin. Ocalan 1’ê Îlona 1998’an bi rêya Med TV’yê agirbest îlan kir. Agahiya Enqerê ji vê agirbestê hebû. Piştî agirbestê wê dewleta Tirk jî hin ‘gav biavêtana.’ Lê nîvê meha Îlonê generalê bi navê Atilla Ateş çû ser sînorê Suriyê û got, ‘eger Ocalan dernekeve em ê êriş bikin.’
Piştî vê gefa li hemberî Sûrî, Ocalan amadekariyên xwe kirin û roja 9’ê Cotmehê ji Şamê derket. Ji ber vê sedemê navê vê bêbextiyê bû ‘Komploya 9’ê Cotmehê.’
Paşê, tê zanîn, nehiştin Ocalan li Rûsya û Ewrûpa bimîne. 15’ê Sibata 1999’an jî ew ji Kenya revandin û radestî Tirkiyeyê kirin.
Bi kurt û Kurmancî, planên ku îro li herêma Rojhilata Navîn têne meşandin, wê demê hatin destpêkirin. Beriya ku dest bi dîzaykirina herêmê bikin, xwestin tevgera azadiya Kurdistanê bê hêz û bê bandor bikin. Ji ber vê yekê jî rasterast êrişî Ocalan kirin. Serkêşiya vê komployê, Emerîkayê û hin hêzên navneteweyî kir. Her wiha, hin hêzên Kurd jî bûn şirîkê vê bêbextiyê.
Ocalan, ev 19 sal in ku li zindanê ye. Bi siyaset û stratejiya ku li zindanê da meşandin, têkoşîna azadiya Kurdistanê bi paş ve nema û bi pêş ket. Îro li Sûrî bû hêzeke mezin, li beşên din ên Kurdistanî dîsa wisa… Her wiha, hêzên ku Ocalan radestî Tirkiyeyê kirî, îro neçar man bi şervanên Ocalan re hevkariyê bikin û rastiya wan qebûl bikin.
Lê bêbextiya li hemberî Ocalan, îro dîsa dewam dike. Li tevahiya Kurdistanê bi dehhezaran şervan bi fikrên Ocalan şer dikin. Bi milyonan însan li dora fikrên wî kom bûne. Lê îzolasyon û tecrîdkirin dewam dike. Hêzên navdewletî jî, dewletên neyarên Kurdan jî û mixabin hin komên Kurd jî naxwazin ku dengê Ocalan derkeve, fikrên wî werin zanîn û Ocalan tevlî siyaseta rojane bibe. Rast e, têkoşîna ku Ocalan jê re rêbertiyê dike îro xwe bi cîhanê daye qebûlkirin, lê êriş û komployên li dijî îdeolojiya Ocalan dewam dikin. Ji ber vê sedemê, ji bo Kurdan ji îro û şûn ve pîvana serketinê, azadkirina Ocalan e.
Heta ku Ocalan ji zindana Îmraliyê dernekeve, Kurd nikarin bibêjin ‘Em bi serketine.’ Îdeolog û rêberê şoreşa Kurdistanê Abdullah Ocalan e û ew îro li zindanê ye. Mesele ne tenê rakirina tecrîdê ye, ya girîng azadî ye. Ocalan rûmeta Kurdan temsîl dike. Heger ku fikr û stratejiya Ocalan baş bihatana pêkanîn, destketiyên gelên Kurdistanê niha ji yên heyî zêdetir bûn. Tiştên ku bi munasebeta salvegera komploya 9’ê Cotmehê werin kirin, ev in; Yek, fikrên Ocalan çiqas bikevin meriyetê dijminên Kurdan ewqas bê bandor dibin. Pîvana rêzgirtina li hemberî Ocalan pêkanîna fikrên wî ye. Didu; heger rêberekî Kurd 20 salan li zindanên dewleta Tirk bimîne, ev bi tena serê xwe ji bo hemû mirovên bi rûmet sedema lêhûrbûn û xurtkirina têkoşînê ye. Lazim e Kurd vê yekê êdî ne bi dijminên xwe, bi helwêsta xwe îzah bikin!
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA