Komploya navneteweyî li Adigeyê hate protestokirin
Li Adigeyê bi pêşengiya Otonomiya Çandî ya Kurd û Organîzasyona Jinên Kurd, komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê hate protestokirin.
Li Adigeyê bi pêşengiya Otonomiya Çandî ya Kurd û Organîzasyona Jinên Kurd, komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê hate protestokirin.
Li Adigeyê ya bi ser Federasyona Rûsyayê bi pêşengiya Otonomiya Çandî ya Kurd û Organîzasyona Jinên Kurd komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê hate protestokirin. Kurdistanî ji qada Adigeyê heta Navenda Çandî ya Kurd meşiyan û azadiya Ocalan daxwaz kirin.
Di çalakiyê de Hevserokê Otonomiya Çandî ya Kurd Feyzo Huseyîn û ji Rêveberiya Organîzasyona Jinên Kurd Sînem Biroyeva axivîn.
Feyzo Huseyîn di axaftina xwe de got ku, “9’ê Cotmehê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav Kurdan de rojeke reş e. Dewleta faşîst a Tirk li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan têk çûye û dixwaze bi tecrîda li dijî Rêbertiya me re vê têkçûna xwe derbas bike. Em dikarin bi têkoşînê tecrîda li ser Rêbertiya xwe rakin.”
Sînem Biroveya jî got ku, “Em nikarin agahiyan ji Rêbertiya xwe bistînin. Daxwazên hevdîtinê yên parêzeran tên redkirin. Gelê Kurd wê têkoşîna xwe bilind bike û ew ê vê tecrîdê bişkîne.”
Di meşê de gel alayên KCK, PKK û KJK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û sloganên “Bijî Serok Apo” berz kirin.