Li Mûglayê kesên hatîn êşkencekirin, demê binçavkirina wan hate dIrêjkirin
Li Mûglayê bi îdîaya ku ‘PKK yî ne’ 7 kesên ku bi êşkenceyê hatin binçavkirin, hefteyekê demê binçavkirina wan hate dirêjkirin.
Li Mûglayê bi îdîaya ku ‘PKK yî ne’ 7 kesên ku bi êşkenceyê hatin binçavkirin, hefteyekê demê binçavkirina wan hate dirêjkirin.
Parêzer Gunfer Karadenîz ku nasnameya 7 kesan eşkere kiribû, diyarkir ku ji ber şopên êşkenceyan hevdîtina bi muwekîlên xwe re asten dikin. Li aliyê din li ser serlêdana malbatên 2 windayan Karadenîz çû morga Saziya Tîpa Edlî ya Mûglayê ku cenazeyê 5 kesan li wir e. Karadenîz ragihand ku her çiqas dibêjin sedema mirinê şer e jî lê li ser cenazeyan şopên guleyan nehatiye dîtin.
‘JI BER ŞOPÊN ÊŞKENCEYAN, HEVDÎTIN ASTENG KIRIN’
Parêzerê kesên ku li herêma Seydîkemer û Ortaca yên Mûglayê bi îdîaya ‘PKK lî ne’ hatibûn êşkence kirin,cenazeyê wan hatibûn teşhîr kirin û piştre hatibûn binçavkirin, ji ANF’ê re axivî.
Parêzer Gunfer Karadenîz, navên muwekîlên xwe yên li Midûrteya Emniyeta Mûglayê binçavkirî wiha rêz kir, Ekrem Altay, Veysî Şengîl, Îsamîl Bozdag, Velat Asan, Mehmet Can Yîgîner û Mûstafa Yîgîner ên bira û pismamê wan Adnan Yîgîner in.
Karadenîz diyar kir ku li rexmê ku mafê wî yê hevdîtina bi 7 muwekîlên xwe re heye jî tenê bi Ekrem Altay û Veysî Şengîl re hevdîtin kiriye û wiha got:“Ji ber ku şopên êşkenceyan li ser muwekîlên min ên din hene nahêlin hevdîtinê pêk bînin. Tenê bi Ekrem Altay û Veysî Şengîl re civiyam. Rewşa wan di hevdîtina yekem de baş bû, li ser rûyê wan şopê êşkenceyan hene. Herduyan jî li emniyetê mafê xwe yê bêdengiyê bikaranîn.” Karadenîz destnîşan kir ku ji bo hevdîtîn bi muwekîlên xwe yên din re pêk bîne wê carek din biçe emniyetê.’
‘LI SER CENAZEYAN ŞOPÊN ŞER TÛNE’
Karadenîz li ser serlêdana malbatên 2 windayan çû morga Saziya Tipa Edlî ya Mûglayê ku cenazeyê 5 kesan li wir e, bal kişand li ser şopên şer ku li ser cenazeyan nehate dîtin. Parêzer Gunfer Karadenîz ragihand ku ji bo tespîtkirina di şer de zarokan jiyana xwe ji dest daye yan ne bi malbatekê re çûye Morga Edlî Tipê û wiha got: “Di cenazeyê 5 kesan de jî şopên dîmenên şer tune bû. Li ser cenazeyan ne şopên birîn û guleyan hebû. Bavek li ser gumana ku yek ji wan kurê wî be guman kir lê derket ku ne kurê wi ye. Di laşê wan de şopên şer tûne ne, ev mirinên hene mirinên normal nînin.”